DYA: 'Operasyona taybet' a li Deyrezor bi serketî qediya

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) da xuyakirin, ku operasyona yekîneyên taybet a li bajarê Deyrezor li dijî çeteyên DAIŞ'ê hat meşandin, bi rengekî 'serketî' derbas bûye.

Di daxuyaniya Pentagonê de, operasyona ku beriya niha ji aliyê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ve hat ragihandin, hat piştrastkirin. SOHR'ê dabû xuyakirin, ku di operasyonê de 25 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, lê di daxuyaniyê de ev îdîa 'gelekî nepixandî' hat binavkirin. Di daxuyaniya Pentagonê de hat destnîşankirin, ku operasyona taybet bi rengekî 'serketî' derbas bûye.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê de hat ragihandin, armanca operasyona yekîneyên taybet ên koalîsyona navneteweyî ya dijî DAIŞ'ê, ku li Deyrezor meşandin, 'girtin an jî kuştina endamên DAIŞ'ê yên payebilind û berhevkirina agahiyan' bû.

Di daxuyaniya SOHR'ê de hatibû îdîakirin, ku operasyonê bi qasî saet û nîvekê dewam kir, herî kêm 4 helîkopterên leşkerî tevlî bûn û gelek cesedên çeteyan bi dest ketin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî li ser vê operasyonê daxuyaniyek weşandibû û ragihandibû, êrîş li dijî konvoyeke DAIŞ'ê ku gelek payebilindên DAIŞ'ê di nav de bû, hatiye kirin.

Li wîlayeta Deyrezor, ku piraniya wê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, hêzên rejîmê tenê li navenda bajarê Deyrezor in. Qadeke ji çend hezar kîlometreçargoşeyî ya vê wîlayetê li aliyê rojavayê Hesekê, beriya çend mehan ji aliyê hêz3en QSD'ê ve hatibû rizgarkirin.