DYA: Divê Kurd li dora maseya aştiyê ya Sûriyeyê bin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Mark Toner destnîşan kir, ku divê Kurd li dora maseya hevdîtinan a Sûriyeyê amade bin.

Berdevk Toner di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiv da pirsek li ser mijarê û got, "Divê komên di nava pêvajoyê de ne û gelê Sûriyeyê biryarê bidin ku kî tevlî hevdîtinan bibin. Eger pêwîstî bi eşkerekirina pozîsyona me hebe; mîna hemû Sûriyeyiyan divê Kurd jî li dora vê maseyê hebin."

Toner da xuyakirin, ku mijara tevlîbûna PYD'ê li hevdîtinan, bi endamên Koma Desteka Sûriyeyê ya Navneteweyî (ISSG) re jî hatiye nirxandin û got, "Eger em nirxandineke rasteqîn li ser daneyan bikin ev derdikeve holê: YPG hêzek li ser rûyê erdê ye, komeke xwedî temsîliyetê ye û di çareseriya demdirêj a pirsgirêka Sûriyeyê de pêwîste dengê wan bê bihîstin. Ji bo Sûriyeyeke demokratîk, ev yek li gorî ruhê pêvajoyê ye ku rê li ber debasbûneke polîtîk a ji aliyê hemû Sûriyeyiyan ve bê qebûlkirin."