Doza Sereke ya KCK’ê hate taloqkirin

Di rûniştina ‘Doza Sereke ya KCK’ê’’ de parastin hatin kirin. Rûniştin taloqî roja Duşemê hate kirin.

Parêzerê rojnameger Tayyîp Temel ê ku di doza "KCK'ê" de tê darizandin, Şivan Cemîl Ozen diyar kir ku dozger nûçeyên ku ji malperên "andiçê" kom kiriye kopî kiriye û bi îdianameyê ve kiriye, pêşniyarên nûçeyan a ku muwekîlê wî ji nûçegihanan kiriye jî wekî "fermana ji bo endamên rêxistinê" hatiye nîşandan. 

Doza KCK'ê ya ku 154 kesên ku di nav de bijartî jî hene li 2. Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Parêzera Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û Mehmet Nîmet Sevîm, Ferîde Laçîn û parêzerê rojnamger Tayyîp Temel Şivan Cemîl Ozen beşdarî dozê bû. Ewil parêzer Ozen axivî û têkîldarî esasê parastin kir. Ozen anî ziman ku beriya muwekîlê wî bê girtin di tekane rojnameya kurdî Azadiya Welat de ku li Tirkiyeyê weşanê dike  Gerînendetiya Weşanê ya Giştî û beşa kurdî ya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê de edîtorî kiriye. 

Ozen destnîşan kir ku di îdianameyê de, ku ji sedan rûpelan pêk tê  xebatên rojnamegeriyê ya muwekîlê wî wekî delîlî sûc hatine nîşandan. Ozen destnîşan kir ku axaftinên muwekîlê wî bi çavkaniyên nûçeyan re yan jî hevpeyvînên ku kiriye delîlê sûc hatine nîşandan. Özen got ku îdiayên ku der barê muwekîlê wî de di îdianameyê de cih digire ji malperên "andiçê" yên ku der barê rojnamegerên Kurd de propagandaya reş dikin hatiye weşandin dozger jî ev nûçeyên bê bingeh ên ji malbepêrê hatine girtin kopî kiriye û li îdianameyê bi cih kiriye. Ozen da zanîn ku muwekîlê wî yê ku gerînendetiya weşanê û edîtorî dike ev xebatên wî wekî "rêveberê rêxistinê" hatiye destgirtin, pêşniyarên nûçeyan a ku ji nûçegihanan re kirine, xebatên abonetiyê, têkiliyên bi edîtor û nûçegihanan re wekî "fermana ji endamên rêxistinê" hatine nîşandan. Ozen beraeta muwekîlê xwe xwest. 

Piştre parêzer Ferîde Laçîn ji bo Mehmet Nîmet Sevîm parastin kir û got ku qeydên guhdarkirinê yên der barê muwekîlên wê de bi wî re eleqeya wan nîne, muwekîlê wê ji bo bazirganiyê gelek caran çûye derveyî welat. Laçîn got ku beşdariya muwekîlê wê ya cenazeyê Cihan Denîz û Husnu Ablay ên di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan wekî delîlê sûc di dosyayê de hatiye bicihkirin. Laçîn got ku îfadeyên ku polîsan amedekirine di nava xwe de nakokiyê dihewîne, îfadeyên derew di dosyayê de wekî delîl hatine nîşandan. 

'TÊKÎLIYA BI OCALAN RE DELÎLÊ SÛC HATIYE NÎŞANDAN' 

Laçîn parastina Hatîp Dîcle jî kir û anî ziman ku dema Dîcle di vî dozê de hatiye girtin Hevserokê KCD'ê bû. Laçîn wiha got: "KCD platformek e ku ji gelek rêxistinên civakî yên sivîl pêk tê. Beriya ku KCD bê avakirin ji bo şerê li herêmê bê rawestandin û aştî pêk bê rêxistinên civakî yên sivîl li Amedê Platforma Demokrasiyê ava kiribûn. Piştre ev veguherî KCD'ê lê ev rewşa KCD'î bi israr cuda tê nîşandan."

Laçîn da zanîn ku Dîcle bi teşwîq û pêşniyara Serokomarê berê Turgut Ozal ve bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hevdîtin pêk aniye, ev têkîliya ku bi Ocalan re hatiye danîn di îdianameyê de wekî delîlê sûc hatiye bicihkirin. Laçîn got ku cilên ku Dîcle di Newrozê de li xwe kiriye wekî hêmayên sûc hatine nîşandan û wiha axivî: "Ev cil beriya PKK'ê jî hebûn, beriya gerîla jî hebûn." Laçîn beraeta muwekîlên xwe xwest. 

Doz taloqî roja duşemê hat kirin.