Doza Kobanê: Daxwaz hatin redkirin

Di danişîna Doza Kobanê de daxwazên siyasetmedar û parêzeran hat redkirin.

7'emîn danişîna Doza Kobanê ya bi hinceta çalakiyên 6-8'ê Cotmeha 2014'an li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li hemberî Kobanê pêk hatin, piştî navbera rojekê di roja sêyemîn de li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin.

Parêzer û siyasetmedarên tên darizandin, ji ber ku di rûniştina berê de daxwazên wan ên ji nû ve organîzekirina rûniştinên dozê li gorî darizandineke adîl nehatibûn qebûlkirin, tevlî rûniştina dozê ya ku li Dadgeha Cezayê Giran a 22’yemîn a Enqereyê hat dîtin nebûn. Rêveberên HDP'ê yên Enqereyê û gel weke temaşevan tevlî danişînê bûn. Parêzerek ji Baroya Enqereyê weke çavdêr tevlî danişînê bû.

Dozger xwest hincetên têkildarî tenduristiyê bên qebûlkirin û hincetên ku bi awayekî komî yên derbarê pêvajoyên dadgehê de hatine pêşkêşkirin, bi hinceta ku bi armanca protestokirinê ne, bên redkirin. Dozger xwest ku ji bo guhdarkirin Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku wezîfeya wî hatiye desteserkirin, ya pêwîst bike.

Rûniştina duyemîn a danişînê di bin şîdeta polîsên çewîk û cendirmeyên girtîgehê de berdewam kir.

BIRYARÊN DADGEHÊ

Dadgehê biryar da ku daxwazên ji bo pêvajoya dadgehê red bike û di dawiya danişînê de daxwazên berdanê cuda binirxîne. Dadgehê biryar da ku ger di danişîna 03'ê Kanûna 2021'an de Ahmet Turk bi sîstema SEGBÎS'ê neyê guhdarîkirin, wê ji dadgeha îstînafê re biryara anîna zorê bê nivîsandin. Her wiha ji bo Aysel Tûglûk a ku tevlî danişînê nebû û nasnameya wê nehat diyarkirin, biriyar hate dayin ku ji bo bikare bi sîstema SEGBÎS'ê tevlê danişînê bibe “bê amadekirin” tevlê danişînê bibe û îfadeya wê bê girtin.

Danişîn wê sibe dewam bike.