Doza Bedrettîn Kavak li Hambûrgê destpê kir

Doza siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak ê 2002’yan li Elmanyayê bi tewanbarkirina “endamê rêxistina terorî ya li derwelat faal e” tê darizandin, li Dadgeha Bilind a Eyaleta Hambûrgê destpê kir.

Doza siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak  ê 2002’yan li Elmanyayê bi tewanbarkirina “endamê rêxistina terorî ya li derwelat faal e” tê darizandin, li Dadgeha Bilind a Eyaleta Hambûrgê destpê kir.

Beriya rûniştina Bedrettîn Kavak ê 24 salê xwe di zîndanên Tirkan de derbas kiriye, li ber avahiya dadgehê ji aliyê “Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî yên Kurd” mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de Parlamenterê Partiya Çep Martîn Dolzer daxuyanî da, bal kişand ku doz bi sedemên siyasî hatiye vekirin û daxwaz kir ku qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin. Piştre Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç axivî, banga şopandina dozên siyasetmedarên Kurd ên li seranserî Elmanyayê kir.

Di îdîanameya Dozgerê Federal Dr. Kaîser de wek dozên din ên siyasetmedarên Kurd dîsa tiştekî şênber nîn bû, hate îdîakirin ku Kavak ji sala 2012’an ve li Başûr, Bakur û sehaya Navîn a Elmanyayê, li Îskandînavyayê wek rêveberê PKK’ê xebat meşandine.

KAVAK: EZ DADGEHÊ QEBÛL NAKIM

Bedrettîn Kavak ê 58 salî, daxuyaniyek kurt da, diyar kir ku dadgehên li Elmanyayê li gor nêzîkatiyên dadgehên Tirk tevdigerin, destnîşan kir ku yên li vir têne darizandin ne şexsê wî ye, gelê Kurd e. Kavak ji ber vê jî got dadgehê qebûl nake.

Parêzerên Kavak Alexander Kîenzle û Frank Jasenskî xwestin doz bê rawestandin û Kavak serbest bê berdan.

Piştre doz taloqî 10’ê Gulanê bû. Dîrokên rûniştinên saet 09.00’an destpê dikin wiha ne: 10 Gulan, 11 Gulan, 17 Gulan, 18 Gulan, 23 Gulan, 24 Gulan, 31 Gulan, 7 Hezîran, 14 Hezîran, 21 Hezîran.

DOZA MÛSTAFA ÇELÎK DIDOME

Doza Mûstafa Çelîk a hefta bihurî destpê kir, wê di van dîrokan de piştî saet 09.15’an dewam bike: 13 Gulan, 17 Gulan, 20 Gulan, 24 Gulan, 27 Gulan, 3 Hezîran, 7 Hezîran, 10 Hezîran, 14 Hezîran, 17 Hezîran, 21 Hezîran, 24 Hezîran, 28 Hezîran, 1 Tîrmeh û 5 Tîrmeh.

DOZÊN AHMET ÇELÎK, KENAN BAŞTÛ Û ALÎ OZEL

Doza Rêveberê kevn ê YEK-KOM’ê Ahmet Çelîk wê 12’ê Gulanê li Dadgeha Bilind a Eyaleta Dusseldorfê destpê bike. Saet û dîrokên rûniştina wiha ne: 13 û 18 Gulan saet 9.30, 3, 10 û 16 Hezîran saet 13.30, 17 û 28 Hezîran saet 9.30, 1 Tîrmeh saet 9.30, 8 Tîrmeh saet 15.00, 1 Tebax saet 8.30.

Doza siyasetmedarê Kurd Kenan Baştû yê Cotmeha 2015’an hatibû girtin jî wê 2’yê Hezîranê li Dadgeha Bilind a Eyaleta Celle destpê bike. Rûniştinên doza Alî Ozel ê li Dadgeha Bilind a Eyaleta Stûtgartê wiha ne: 2, 7, 9, 14, 16, 21, 23, 28 û 30 Hezîran.

Têkîldarî girtiyên Kurd ên li Elmanyayê, detay dikare ji vê malperê bê girtin:

https://freiheit.blackblogs.org/

...