Dorpêça Tebqayê: Ji bo DAIŞ’ê dorpêç teng dibe

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku bajarokê Tebqayê dorpêç kirine, her ku diçe vê dorpêçê li çeteyên DAIŞ’ê teng dike.

Piştî ku QSD′ê dorpêça li Tebqa teng kir, çeteyên DAIŞ′ê li rêya revê digerin. Çeteyan ku vê sibehê xwestin ku ji rewşa hewayê ya xerab ku toz û bager bû, sûd wergire û dorpêça şervanan bişikîne. Çeteyan saet di 05.00′an de bi çekên giran û êrîşkarên xwekuj, dest bi êrîşên berfireh kirin.

Şervanan tevî hemû rewşa xirab a hewayê jî di cih de bersiva êrîşan da. Di encamê de li milê başûr gundê Ayid Kebîr û Cebel Ebû Cabir, li milê başûrê rojava derdora balafirgeha leşkerî û gundê Icêl, li rojava û bakurê rojava jî li hin nuqteyên QSD′ê, li rojhilatê Tebqayê li gundê Îbad û Sahil El-Xeşeb ji saet 05.00′an ve, şerên giran û dijwar qewimîn.

Şervanan rê li çeteyan girtin û nehiştin ku dorpêç were şikandin. Li gelek deveran jî şerê sîng bi sîng rû dan. Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û birîndarkirin. Li ser derbên giran ên şervanan, çeteyan xwestin hêzên teqwiye û cebilxaneyên xwe derbasê aliyê başûr bikin. Şervanan li nêzî gundê Ayid Kebir, li hêza teqwiyeyê ya çeteyan jî dan, wesayîtekî tije cebilxane rûxand, 2 wesayît derb kirin. Her wiha wesayîta bi markeya Toyota jî pê li mayînê kir û rûxiya.

Her wiha li nêzî gundê Ayid Kebîr jî serceteyekî DAIS′ê tevî çend çeteyên li gel, hatin kuştin. Li vê qadê piştî şikandina êrîşê, şervann dest bi operasyona paqijkirinê kirin. Li qada şer cenazeyê çeteyekî û çeka RPG (B7) roketavêj û hinek cebilxane ketin dest şervanan.

Li rojhilatê bajarê Tebqayê li gundê Îbad jî êrîş hat şikandin û wesayîtekî çeteyan ket destê şervanan. Çeteyên ku xwe nêzî gundê Sahil El-Xeşab û rojhilatê bajarê Tebqayê kiribûn, di encama bombebarana balafirên koalisyona navneteweyî de, derbên giran xwarin û gelek çete hatin kuştin. Lê hejmara wan nehat zelalkirin.

Di şerê heta niha de, şervanekî QSD′ê jiyana xwe ji dest daye, 2 şervan birîndar bûn. Heta niha li her deh noqteyan tevî ku êrîşên dijwar hatine şikandin jî, şer didomin.