Dora: Divê Rewşa Awarte ku li her deverê rê li ber neîstîkrariyê vedike were rakirin

Wekîlê HDP’ê Dora got, ‘’Divê demildest dawî li Rewşa Awarte were ku li her deverê rê li ber neîstîkrariyan vedike.’’

Wekîlê HDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora di Hevdîtinên Bûdçeya 2017’an a Meclîsê de, li ser bûdçeya Midûrîyeta Giştî ya Weqfan axivî.

Dora bal kişande ser Rewşa Awarte û xwest ku di cih de dawî li Rewşa Awarte were. Dora wiha got, ‘’beramberiya ekonomîk a her gava siyasî heye, em hemû bi hev re, bi halê herî xwerû vê hîs dikin û dijîn’’ û wiha pê de çû: ‘’wekî encam, divê demildest dawî li van kirinên zordar a Rewşa Awarte were ku li her deverê rê li ber neistîkrariyan vedike û divê rê li ber welêt were vekirin da ku bikeve nav rewşeke hemdem û makûl ku xizmetê li aştî, demokrasiya xurt û rajarbûna hiqûqê dike.’’

MILKÊ KÊMARAN DIVÊ PAŞ VE WERE VEGERANDIN

Dora xwest ku milk û zeviyên kêmaran paş ve were dayin û wiha anî ziman: ‘’Weke ku tê zanîn meseleya desteserkirina milkên di cih de yên weqfên kêmaran ên wekî Ermen, Suryanî, Keldanî, Rûm û Mûsewî, ev ji mêj ve ye li ber Tirkiyê ye bi mebesta ku were çareserkirin. Milkên di cih de ew qasî zêde ne, milkê ku bi paş ve hatin vegerandin li ber van di asta sembolîk de maye.’’

GOTINA KURTULMUŞ A NEFRETÊ

Dora li dijî gotina ‘’gawir’’ a Alîkarê Serokwezîr Nûman Kurtulmuş bertek nîşan da û got, ev gotin di xwe de kîn û hêrsê vedihewîne; ‘’bikaranîna vê gotinê ya ji hêla temsîlkarên dewletê ve hişkere ye ku wê rê li ber veke kesên ku ne misilman in bêhtir xwe bê ewle hîs bikin.’’