Feb 23, 2017

Dolar û Euro li asta herî bilind in, Lîreyê Tirk diherife

Buhayê Dolar û Euro di asta rekorê de dest bi hefteya nû kir.

Monday, January 9, 2017 11:02 AM
NAVENDA NÛÇEYAN - ANF

Buhayê Dolar û Euro di asta rekorê de dest bi hefteya nû kir.

Buhayê Dolarê Amerîkî, ku hefteya bihurî gihîştibû asta herî bilind a ji 3,6401 lîreyî, vê hefteyê ev ast jî li dû xwe hişt û gihîşt buhayê 3,72 lîreyî.

Euro jî rekora xwe ya 3,83 lîreyî ya hefteya bihurî li pey xwe hişt û bi buhayê 3,91 lîreyî xwe gihand rekoreke nû.

Buhayê Dolar bi vî rengî gihîşt asta herî bilind a heta roja îro.