Divê girtiyên nexweş bên berdan

Ji bo girtiyên nexweş li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê çalakî hatin kirin û hate xwestin girtiyên nexweş bên berdan.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê di hefteya 567’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya komeleyê li dar xist. Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel (61) a li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Jinan tê ragirtin. Gelek aktîvîstên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn û pankarta “Mafê tenduristiyê nayê astengkirin” û “Bila girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel bê berdan” hat vekirin. Endama Komîsyonê Hatîce Onaran daxuyanî da.

Onaran da zanîn ku Muhlise Karaguzel 3 caran krîza dil derbas kiriye û nexweşiyên wek dil, diyabet, hipertansiyon, astim, fitiqa piştê û stû lê peyda bûne û xetereya ku çavê Karaguzel kor bibe jî heye. Onaran anî ziman ku nexweşiyên Karaguzel rojane bandorek neyînî li jiyana wê dikin û dema wê di sala 2021’an de krîza dil derbas kiriye û kelepçekirî hatiye tedawîkirin. Onaran diyar kir ku ji ber şertên girtîgehê tedawiya pêwîst a Karaguzel nayê kirin û ew bang li rayedaran dikin ku demildest bi awayek lezgîn biryara berdana wê bidin.

ÎZMÎR

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di çalakiya xwe ya hefteya 269’emîn de li ber Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc” û “Girtiyên nexweş ên giran dimirin bêdeng nemîne” hatin hilgirtin. Sekreterê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mazlûm Alan ê 31 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklarê tê ragirtin

 Aydin, destnîşan kir ku rêveberên girtîgehê û desthilat bi awayekî dijminane nêzîkî girtiyên siyasî yên Kurd dibin û qala peywira Saziya Tiba Edlî (ATK) kir. Aydin da zanîn ku piştî Alan di sala 2011’an de li Amedê hate girtin cezayê muebbeta girankirî û 77 sal û 12 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn û wiha qala nexweşiyên wî kirin: “Tevî temenê xwe yê ciwan nexweşiyên fitika pişte, hepatît B, nexweşiyên ulser û astimê pê re hene. Ji ber nexweşiya wî ya pişikê gelek pêş ketiye di bêhn wergirtinê de zehmetiyê dikişîne. Pirsgirêkên çavên wî jî hene. Her wiha basûr sînuzît jî heye û kapakên dilê wî rizî ne. Tevî van hemû nexweşiyan bi penceşêra kezebê ketiye.”

Aydin, diyar kir ku girtîgeh bi armanca mirovan “rehabîlîte” bikin hatine vekirin û pirsî ku mayîna mirovekî ya heta mirinê armanceke çawa bi xwe re tîne. Aydin herî dawî ev tişt gotin: “Em parêzvanên mafên mirovan, em ê qala bêhiqûqiya li ser girtiyên nexweş bikin û em ê bibin dengê girtiyên nexweş. Ji girtiyên nexweş re azadî, ji Mazlûm Alan re azadî.”

ENQERE

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 439’emîn a çalakiya xwe de li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin kom bûn. Di çalakiya ku pankarta “Tedawî maf e nikare bê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin de Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin.

Çevîrmen, da zanîn ku Demhat ji aliyê genetîk ve nexweşê taya deryaya spî ye û qala vê nexweşiyê û tedawiya wê kir. Çevîrmen, diyar kir ku nexweşiya Demhat ji ber şertên girtîgehê yên zehmet û stresê bi pêş ketiye.

Çevîrmen, da zanîn ku ji ber nexweşiya Demhat di laşê wî de qeçaxa miz û vîtamînê çêdibe û ji ber vê yekê divê 3 an jî 6 mehan careke her tim di bin çavdêriya bijîşk de biçe nexweşxaneyê testan bike. Tercuman herî dawî got ku divê tetkîk û tedawiya Demhat bi temamî bê kirin û di vê pêvajoyê de ji bo dermankirinê di nava şert û mercên tendurist de jiyana xwe bidomîne û ji bo were dermankirin divê bê berdan.