Dîmenên referandûmê

Li dijî sextekarên ku li Kurdistanê dibêjin boykot, bi hişyarî bê tevgerîn û divê baş were dîtin ku ew hewl didin li Kurdistanê eniya Na’yê lawaz bikin û Erê’yên AKP û MHP’ê zêdetir bikin.

Êdî misoger e ku paketa guherandina destûra bingehîn a faşîzma AKP û MHP’ê amadekirî, di 16’ê Nîsanê de wê ji bo dengdana gel bê pêşkêşkirin. Herkes dizane ku di mercên niha ya Rewşa Awarte de ne pêkan e ku hilbijartineke adil û wekhev pêk were. Ji niha ve diyar e ku wê îtifaqa faşîst a AKP MHP’ê serî li her cure zext, hîle û demogojiyê bide. Lê dîsa jî referandûma kû anîne pêş civakê girîng e û ji bo têkoşîna li dijî faşîzma AKP û MHP’ê bête geşkirin û ji bo rizgarbûna ji faşîzmê fersendeke mezin e. Aliyên ji faşîzmê xisar dîtine yên cihêreng ji ber ku pêvajoyê wiha fêm dikin girîngî bi referandûmê didin û ji niha ve, kampanyaya 'Ji faşîzma AKP MHP’ê re NA' birêkxistin dikin û hewldidin bi rê ve bibin.

Pêvajoya referandûmê ya hatî destpêkirin li Tirkiyeyê rê li ber lebateke siyasî û niqaşên girîng vekiriye. Bi tenê ev rewş jî dide nîşan ku geşkirina têkoşîna li dijî faşîzmê girîng e û teqes divê bê nirxandin. Lewre ya tê kirin her çiqas bi awayekî bi sinor dengdana pakêta destûra bingehîn jî be, encama wê dê teqes siberoja Tirkiyeyê diyar bike. Wê derxîne hole bê ka Tirkiye bibe dîktatoriyeke faşîst a kesekî yan jî bibe xwediyê welatekî ku herkes bikare bi azadî tê de bijî. Lewme divê li ser dîmenên referabdûmê bête sekinandin û berdewamkirina niqaşên referandûmê jî girîng e. Divê helwestên kesên di 16’ê Nîsanê de bi pirsa çima û çavayî ve bêne nirxandin.   

Wek tê zanîn ya li dar dikeve referendum e û aliyên wê yên erê û na hene. Lewre siyaseta Tirkiyeyê di navbera erê û NA de ji nû ve tê vestirandin. Îtifaqa AKP û MHP’ê aliyên erê ne, lê yên li dijî wan dimînin û yên dijberê wan jî di asta bilind de NA’yê diparêzin. Bi nêrîneke giştî ve tê dîtin ku yên erê dibêjin, homojen û monoton in, lê yên NA dibêjin, pirrengî û guherbar in. Di rewşa niha de, li gorî encama ku plana giştî diyar dike, yên dibêjin NA ji Erê perestan zêdetir in. Dibe ku anketa Erdogan dayî çêkirin jî heman encamê dabe nîşan û gava diçû dûrgeşta derveyê welêt di axaftina xwe de got ku dive hîn bêtir helwesta Erê ji civakê re bê vegotin û şîrovekirin. Ev jî dide nîşan ku neçar ma îtiraf bike.   

Di mercên niha de yên Erêperest AKP û MHP ne. Ya rastî jî, alîgirên Erdogan û Bahçelî ne. lewre di nav MHP’ê de ji nîvî bêtir û beşeke mezin ji yên di nav AKP’ê de li aliyê NA’yê disekinin. Di vê rewşê de mirov nikare AKP û MHP’ê di referandûma 16’ê nîsanê de wek rastiyeke homojen bi nav bike.    

Ne hewce ye û ne jî bi wateye ku em li vir bi dirêjahî behsa sedemên ku Erdogan û Bahçelî di referandûmê de erê dibêjin, bikin. Di rewşa niha de Erdogan bi gotina herî di cih de li elametekê siwar bûye û ber bi qiyametê ve diçe. Ji ber ku bi derengî desthilatê kir destê xwe, aqil sivik kir, dîn û har bû. Wisa jî egoya wî nepixiye û sedîsed xwe bi xwesteka dîktatoriyê ve berdaye. Li aliyê din jî li hundir û derve gelek alî li dijî wî ne û ew jî bi tirsa ketina ji desthilatê ve dijî. Baş jî dizane ku eger ji desthilatê bikeve, wê her tiştên ku bi dest xistine, wê ji destê wî derkevin û biçin. Ji bo nekeve wê rewşê jî, tevahiya bendên desthilatê girtine destê xwe û dîktatoriyeke takekesî derketiye hole. Niha jî dixwaze bi guhertina destûra bingehîn ve, vê dîktatoriyê jî bi yasayî ve binixumîne. Li ser vê bingehê, pergalake ku heta mirinê nehêle ew ji desthilatê bikeve û eger bikeve jî bikare xwe biparêze ava bike. 

Muhalefeta ku her diçe zêdetir dibe, hatiye keviya ketina ji serokatiya giştî ya MHP’ê. Lê dixwaze heta nirinê wek serokê MHP’ê bimîne û ji desthilatê jî para xwe bigire. Ya duyemîn jî, bi silemetiya dewletê ve girêdayî ye û xwe wek xwediyê dewletê dibîne. Eger ev guherîn nebe, tirsa wî ew e ku rejîma faşîst a 12’ê Îlonê bi tevahî têkbiçe û Tirkiye demokratîk bibe. Ji bo astengkirina vê jî restorekirina faşîzma 12’ê Îlonê dixwaze û wê hêzdar dike. Ji bo vê, rê li ber guherandina destûrê vekir û ji ber hindê jî dibêje ERÊ. Ango ya Bahçelî bi aliyekî ve berjewendî û bi aliyekî ve jî îdeolojîk e. 

Alîgirên Erdogan û Bahçelî jî ji bo para xwe ji desthilata faşîst a Erdogan û Bahçelî bigirin û hestî bikojin dibêjin ERÊ. Eger ji referandûmê erê derbikeve, wê demê dê dîktatoriya faşîst li Tirkiyê bêtir mezintir û xeta şerxwaz û tevkujer hîn dijwartir bikeve meriyetê. Qetlîmên faşîst û terror, wê hîn bêtir bên li darxistin, kedxwarî hîn kûrtir bibe. Dijminahiya kurdan, qetlîmên jinan, zexta li ser elewiyan, şerên dagirkirina welatên din wê pirtir bibin. Di encama ERÊ de, wê Tirkiye bikeve nav felaketeke hîn xerabtir. Divê ev rastî, ji niha ve ji aliyê herkesî ve baş bête zanîn. 

Di eniya NA’yê de jî herkes li gorî xwe xwediyê sedeman e. wek nimûne, yên di nav AKP û MHP’ê de ji ber ku li gel sistema parlamenter in û li dijî îtifaqa Erdogan û Bahçelî ne dibêjin Na. CHP jî ji ber ku alîgirê destûra sala 1961’ê diparêze dibêje Na. Hêzên demokratîk yên wek HDP,ODP û saziyên sivîl yên civakî, sendîka û eniya aştî û demokrasiyê jî ji ber ku li dijî faşîzmê ne û demokrasiyê diparêzin, dibêjin NA. Elewî jibo ji zexta faşîst rizgar bibin, kurd ji bo ji tevkujiyê xilas bibin û azad bijîn ji faşîzmê re dibêjin NA.

Başe ji yên heta vir me diyar kirîn çi derdikeve? Rast dibînî, qebûl dikî an jî rast nabînî û red dikî, wateyên erê û Na yên têgihiştin û ravekirinê hene. Lê du nêrînên nayên têgihiştin hene ku divê ev feraset ji eniya Na’yê bêne qewitandin. Ji wan yek jê dibêje referendum ne rewa ye û di cihê xwe de disekinin. Ev nêrîn herî zêde di nav civaka Tirk de tê dîtin. Bi gotina referandûm ne rewa ye ve goya faşîzm tê rexnekirin û helwesta şoreşger tê pêşxistin. Baş e, lazim e di vê rewşê de çi bê kirin? Ew di vir de bêdeng dimînin û eniya Na’yê lawaz û şêlû dikin. Di rastiyê de xizmeta Erê’yê dikin. Lewre divê ev nêrîn û helwestên ku bi kampanyaya Na’yê re nabin yek, bi hişyarî bên pêşwazîkirin, bêne teşhîrkirin û bê bandorkirin. 

Ya duyemîn jî, kesên ji xwe dibêjin em Kurd in û li Kurdistanê wek feraseta Boykotê xwe didin nîşandan in. Goya kesên xwediyên vê helwestê xwe wek serbixwe îdia dikin. Baş e divê em bipirsin, dema Cizîr û Sûr dihat şewitandin û rûxandin dibe kû mirov serbixwe be? Di dema siyaseta kurd li zindanan tên tijekirin, bê alîtî dibe? Di dema her cure heqaret û neheqî li Kurdan tê kirin de, li navenda kolanan mirovên kurd tên lînckirin de bê alîtî dibe? Ne hewce ye mirov vana pirtir bi rêz bike. Diyar e ku li hole bê alîtî nîne. Yan tu yê alîgirê hebûn û têkoşîna gelê Kurd bî, yan jî tu yê parastvanê komkujî û qetlîamên li ser gelê kurd bî. Li vir bê alî mayîn ne pekan e. gotina ez bê alî me, tê wateya alîgiriya veşartî ya êrîşên faşîst û tevkujer. Her wiha gotina ez referandûna 6’ê Nîsanê boykot dikim, di rastiyê de tê wateya destek kirina komkujiya Kurdan. Maneyeke vê ya dîtir nine. Yên ku eşkere nikarin ji xeta AKP û MHP’ê re bêjin Erê, bi awayekî sextekarî bi rêya boykotê dixwazin gel bixapînin. Divê guman tinebe ku yên wiha, wê li ser sindoqan dengê erê bikar bînin.

Ji ber hindê bi taybetî jî divê, li dijî sextekarên ku li Kurdistanê dibêjin boykot, bi hişyarî bê tevgerîn û divê baş were dîtin ku ew hewldidin li Kurdistanê eniya Na’yê lawaz bikin û Erê’yên AKP û MHP’ê zêdetir bikin. Divê ku maskeyên kesên wiha bê daxistin û li Kurdistanê kanpanyaya Na’yê bi vekirî û bi bandor bê birêvebirin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA