Di salvegera 27'an de bîranîna 'Ozgur Ulke'yê

Di salvegera 27'an a êrişa bombeyî ya li ser rojnameya Ozgur Ulkeyê de rojnamevan Ersîn Yildiz ê di êrişê de jiyana xwe ji dest da hate bîranîn.

Di salvegera 27'an a êrişa bombeyî ya li ser rojnameya Ozgur Ulkeyê de, ji bo bîranîna rojnamevan Ersîn Yildiz ê ku di êrişê de jiyana xwe ji dest da, çalakiyek hate lidarxistin.

Bîranîn li Kadirga ya Stenbolê pêk hat, ku buroya teknîkê ya rojnameyê lê bû û êriş jî li wir hate kirin.

Tevî Hevberdevka HDP'ê Ebrû Gunay, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, gelek xebatkarên çapemeniya azad tevlî bîranînê bûn.

Di çalakiyê de wêneyên Ersîn Yildiz û dowîzên bi nivîsa "Ev agir wê we jî bişewitîne", "Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin" hatin hildan.

Di destpêka bîranînê de Ebrû Gunay axivî û got, "Buroyên Rojnameya Ozgur Gundemê yên li Stenbol û Enqereyê hatin bombekirin. Me Ersîn Yildiz ji dest da. Lê belê kevneşopiya çapemeniya azad bi bi hezaran Ersînan dewam dike. Biryara MGK'ê ya ku wê demê Ozgur Gundem weke hedef nîşan da, nîşaneya herî şênber a polîtîkayên zext, înkar û tunekirinê yên dewletê yên li dijî Kurdan bû. Lê belê tiştek nehatibû bîra wan; kenveşopiya çapemeniya azad wê bi dostên wan û hevrêyên wan her tim dewam bike. Rojek piştî êrişê, rojname û kovarên sosyalîst deriyên xwe vekirin û her der kirin avahiya Ozgur Gundemê. Di 4'ê Kanûnê de jî Rojnameya Ozgur Ulkeyê bi manşeta 'Ev agir wê we jî bişewitîne' hate weşandin. Ev manşet îro jî derbasdar e û ew agir hîn jî li her derê her kesî dişewitîne. Lê belê li dijî vî agirî têkoşîna kevneşopiya çapemeniya azad û dostên wan dewam dike."

Gunay anî ziman ku zextên li ser çapemeniya azad îro ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve tê dewamkirin û destnîşan kir ku sansur veguheriye polîtîkayeke dewletê, her roj bi dehan rojnamevan têne girtin, rojname û televîzyon têne girtin, zextên li ser Kurdî dewam dike.

Gunay destnîşan kir ku li gel her tiştî jî kevneşopiya çapemeniya azad a ku ji Gûrbetellî Ersoz heta Apê Mûsa, ji Ersîn Yildiz hatiye wergirtin bi têkoşînê dewam dike.

Piştî daxuyaniyê wêneyên Ersîn Yildiz û qurnefîl danîn ber avahiya ku êrişa bombeyî lê hate kirin.