Di Pêngava Xezeba Firatê de 3 çete bi saxî hatin girtin

Şervanên Pêngava Xezeba Firatê Stasyona Sirtel a ku di destê çeteyan de bû rizgar kirin. 3 çete jî bi saxî girtin.

 Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Stasyona Sirtel ku li ser girekî stratejîke ji çeteyan rizgar kirin. Şervanan 3 çete bi saxî girtin.

Pêngava Sêyemîn a Xezeba Firatê bi hemû hêza xwe didome. Şervanên baskê sêyem ku ji Mekmen destpêkiriye, şervanan Stasyona Sirtel ku li ser girekî stratejîk bû, piştî şerek dijwar rizgar kirin. Di şerê li vir de 2 çete bi saxî ketin destê şervanan.

Şervanên baskê duyemîn ku ji gundê Bîr Heba destpê kir, li gundê Terfawî wesayîtek bombebarkirî destser kirin û çeteyê ku dixwast xwe biteqanda bi saxî girtin. Şervanan piştre jî wesayît îmha kirin.