Di panela 'xwerêveberiyê' ya li Stûttgartê de berxwedan hat silavkirin

ESP'yiyên li Stûttgartê panelek li ser 'xwerêveberiyê' lidar xistin. Di panelê de banga xwedîderketina li berxwedanê hat kirin.

Li bajarê Elmanya Stûttgartê, li salona konfearnsê ya GÎK-DER a ser bi Federasyona Karkerên Koçber li Elmanyayê (AGÎF) di 12'ê Sibatê de panela 'xwerêveberiyê' hat lidarxistin. Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Sûltan Ûlûsoy û Alîkara Seroka Giştî seroka ESP'ê ya Stenbolê Çîçek Otlû weke qiseker beşdarî panelê bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di berxwedana xwerêveberiyê ya li bajarên Kurdan jiyana xwe ji dest dan, destpê kir.

ÛLÛSOY: EM XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERKEVIN

Ûlûsoy di axaftina xwe ya li panelê de got, "Weke ku em hemû dizanin, li bajarên Kurdan wehşetek tê kirin. Her roj komkujiyên nû tên kirin. Ji 7 heta 70 salî gelê Kurd bi berxwedanê re dijî. Ev hemû rêze komkujiyên ji aliyê dewletê ve tên krin, parçeyek ji 'Plana Têkbirinê' ya dewletê ye. Gelê Kurd vînek danî holê, xwerêveberî îlan kir."

Ûlûsoy diyar kir, şoreşgerên li bajarên rojava xwerêveberiya li bajarên Kurdan silav dikin bûne hedefa dewletê û got, "Yelîz Erbay, Şîrîn Oter jî di nav de di nava 6 mehan de 6 şoreşger hatin qetilkirin."

Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy da zanîn, gelê Kurd berxwedaneke destanî nîşan dide û banga xwedîderketina li berxwedanê kir.

Otlû got, "Li Rojava nîqaşên li ser birêxistinkirina Yekîneyên Parastina Gel dewam dikin." Otlû ev gotina Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ragihand: "Em ê teslîm nebin. Bila haya her kesî ji vê hebe. Em ê bi bilindkirina alên spî re dernekevin derve. Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Mirovên mane bila bi me serbilind bin."