Di Newroza Hesekê de peyama ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso di Newroza Hesekê de axivî û diyar kir peywira gelên demokratîk ev e ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan pêk bînin.

Newroza Hesekê bi dirûşmeya ′Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin′ hate lidarxistin.

Piştî agirê Newrozê hat pêxistin, li nirxandinên li ser Newrozê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate guhdarîkirin.

Di pîrozbahiyê de Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî. Hiso Cejna Newrozê li tevahî gelan pîroz kir û got: "Me hêvî dikir ku Newroza 2023′yan bi coşeke mezintir pêşwazî bikin. Lê agahiya şehîdbûna 9 şervanên YAT′ê em êşandin. Em sersaxiyê ji gelê xwe yê berxwedêr re dixwazin. Em Newrozê li gelê xwe pîroz dikin. Divê Newroz bibe Newroza serkeftin û aştiyê."

Hiso destnîşan kir ku meşaleya Newrozê mîrasa gelê Kurd û civaka Mezopotamyayê ye û wiha dom kir: “Ev şoreş, şoreşa yekemîn e di dîroka gelê Kurd de ku li hember tevahî siyasetên li dijî Kurdan, heta niha dewam dike. Girseya li vê derê kom bûye, nîşaneya wê yekê ye."

Hiso, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha dom kir: "Rêber Ocalan rihê Newrozê ji nû de vejand. Meşaleya ku Kawayê Hesinkar pêxistiye, bi hezaran salan ajot û radestî şehîd Mazlûm Dogan kir."

Hiso bal kişand ser bilindkirina berxwedan û têkoşînê û ev tişt anî ziman: "Berpirsiyariya me mezin e. Divê gelê me ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêxistina xwe xurttir bike, 2023′yan bike sala azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan. Yek ji erka gelê me yê demokratîk heye, ew jî azadiya Rêber Abdullah Ocalan e.”

Pîrozbahî bi muzîk û şanoyê didome.