Di doza Pasûrê de hewldana 'necezakirinê'

Doza Pasûrê cara 12’an hate dîtin. Di dozê de dozger xwest ku doz ji bo dadgeha leşkerî were şandin. Parêzeran jî diyar kirin ku daxwaza şandina dadgeha leşkerî encama polîtîkaya necezakirinê ye û li dij derketin.

Cara 12’an doza Pasûrê ku 1993’an 11 sivîl bi zorê hatibûn nebedîkirin li Dadgeha Cezayê Giran ê 7. a Enqereyê pêk hat. Nas û xizmên miştekiyan, parêzer û bersvûn Fermandarê Tugaya Çiyê ya Boluyê Yavuz Erturk û parêzer jî hazir bûn.

Serokê dadgehê di rûniştina beriya niha de diyar kir ku têkildarî Umît Taş ku li Midûriyata Emniyetê ya Pasûrê hatiye nebedîkirin nivîs ji wan re hatiye û navekî wiha di arşîvên midûrîyeta emniyetê de nîn e. Parêzerên miştekiyan jî li dijî vê derketin û gotin, "qeydeke wiha heye, em vê nivîsê qebûl nakin."

Piştre jî dozger daxwaza xwe ya rûniştina beriya niha dubere kir, biryara neşopandinê da û xwest ku dozya ji dadgeha leşkerî re were şandin.

Li ser vê parêzerê miştekiyan Erkan Esen axivî û got, bersûc gotiye, "bi fermana Seroktiya Serekerkaniyê operasyon dest pê kir" û got, "Em dixwazin were lêkolînkirin bê ka operasyona leşkerî li gorî xala 11’an a qanûna 5442’yan hatiye kirin yan na. Piştî ku ev mijar ji vî halî ve hate lêkolînkirin, divê biryar were dayin."

'MIROV JI HELÎKOPTÊRÊ AVÊTIN'

Parêzerê miştekiyan Muhterem Suren jî got, "Darizandinên dosyayê kiryar nediyar ên Arjantînê û Tirkiyê dişibin hev. Tê gotin bersûv Yavuz Erturk, weke di darbeya leşkerî ya Arjantînê de, mirov ji helîkoptêrê avêtine. Em ê dadmendiyê teqez pêk bînin."

Yavuz Erturk û parêzerê wî diyar kirin ku ew mutaleya dozger qebûl dikin.

HATE TALOQKIRIN

Şandeya Dadgehê biryar da nivîsê bişîne ji Serokatiya Serekerkaniyê û Wezareta Karê Hundir re bê ka operasyona ku hatiye kirin li gorî qanûna 5442’yan e yan na û rûniştin taloqî 25'ê Nîsana 2017'an kir.