Di doza parêzerên Geziyê de rûniştina 3. pêk hat

Di dema berxwedana Geziyê de, 44 parêzerên ku li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê bûn hedefa êrîşa polîsan û doz li wan hatibû vekirin, îro cara 3'an li Dadgeha Esliyeyê ya 65. a Stenbolê derketin pêşberî dadger.

Ji parêzerên ku têne darizandin Ozden Îhtiyar Yildiz, Huseyîn Aslan, Ozgur Esen, Sezin Uçar, Kaan Bayulken, Alî Riza Dizdar, Kasim Kaplan, Umuş Seymen û Rifat Bugda Ozdogan û parêzerên wan amade bûn.

Parêzeran diyar kirin, piştî ku îdîayên dijberî destûrê hatin nirxandin ew ê parastina xwe ya derheqê esasê de pêk bidin.

Parêzerên parêzeran jî, diyar kirin divê dosya ji bo Dadgeha Destûrê were şandin, piştî ku ev daxwaz pêk hat, ku hewce bike ew ê parastinê bikin.

Ji ber ku dadger guherîbû, şandeyeke ku got ew ê li dosyayê hûr bibin têkildarî daxwazan biryar nade.

Rûniştî heta 22’ê Sibatê hate taloqkirin.