Di dosyaya Gulistan Doku de geşedanek nû

Hate hînbûn ku Cemîle Yucer, dayika Zaînal Abarakov ê ku weke gumanbarê sereke yê windakirina Gulîstan Doku dihat dîtin, ji CÎMER’ê re daxwazname nivîsand û diyar kir ku ew dixwaze derkeve derveyî welat.

Di dosyaya Gulistan Doku ya xwendekara Zanîngeha Mûnzûra Dersimê ku ji 5'ê Çileya 2020'an û vir ve li Dêrsimê hat windakirin û vir ve agahî jê nayê girtin, geşedaneke nû derket holê.

Li gorî nûçeya Rojnameya Ozgur Dersimê; Hate diyarkirin ku Cemîle Yucer dayika Zaînal Abarakov ê ku weke gumanbarê sereke yê windakirina Doku tê dîtin, herî dawî ji Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê (CÎMER) re daxwazname nivîsand û xwest şert û mercên kontrola edlî yên li ser wan hatine ferzkirin bên rakirin.

BI AGAHIYA WALÎ KURÊ XWE ŞAND RÛSYAYÊ

Yucer di daxwaznameyê de wiha got: “Min kurê xwe beriya bûyerê, yanî beriya ku li ser medya mecazî belav bibe, bi agahiya walî û rayedaran şand Rûsyayê. Dema ku ev bûyer di çapemeniyê de dest pê kir, birêz wezîrê hundir ji me re got, bila kurê we were vir, an na dê dest bi bûyeran bikin, bînin Tirkiyeyê. Me ew neşikand, me anî. Ji kerema xwe birêz Serokomar, qedexeya me ya derve rakin, em dixwazin ji welat derkevin.”

SÎNORÊ ÎDARÎ

Têkildarî serlêdana Cemîle Yucer a ji bo CÎMER'ê Serokê Baroya Dersimê û parêzerê dozê Kenan Çetîn jî wiha got, "Bi taybetî dayika Zaînal, Cemîle di kurtenivîsa 'kontrola me ya edlî rakin' ya ji bo CÎMER'ê hatiye dayîn. Dema dosya tê lêkolînkirin em dibînin ku di dosyayê de biryara kontrola edlî tune ye. Ev tê wê wateyê ku der barê malbatê de biryara qedexekirina îdarî hatiye dayîn. Yanî bi pasaportê derketina derve qedexe ye. Di vê nivîsê de bi taybetî jî agahiyên ku malbata Zeînal dane; Em ji serîlêdana ku ji CÎMERê re hatî kirin dizanin ku Zaînal di wê dirokê de bêyî ku pêşî li medyayê were nîşandan çûye Rûsyayê. Malbatê got, “Em wê demê bi rayedar û walîtiyê re axivîn, destûr dan, em çûn. Piştre Wezareta Karên Navxweyî got, "Ev bûyer dê tevliheviyê çêbike, kurê xwe bîne." Dibêjin 'Me zarok anî lê niha mexdûr in'.

AMADEKARIYA SERLÊDANA DMME’Ê

Parêzerê dozê Kenan Çetîn diyar kir ku telefona Zaînal Abakarov nehatiye desteserkirin û di mala wî de lêpirsîna sûc nehatiye kirin û wiha got: “Em ji destpêkê ve vê tiştê dibêjin; Zeînal gumanbar e, çima dest nedanî li ser telefon û kompûtera wî? Çima li mala wî lêpirsîna sûc nehat kirin? Por û wesayîta wî herî bû, divê wesayît bihata lêkolîn kirin. Divê ev dosya ji nû ve bê destgirtin. Gumanbarekî din jî tê de heye, bavê gumanbar li midûryeta polîsan dixebite. Daxwaza me hebû ku dezgeha hiqûqê ya ku dê lêkolînê bike ji cendirmeyan re bê dayîn. Niha jî parêzerê malbatê ji ber ku lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin, xwe amade dike serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bide. Dibe ku dosya biçe Dadgeha Destûra Bingehîn. Belgeyên ku em jê re dibêjin nû derdikevin holê, em ji dozgeriyê daxwaz dikin lêpirsîneke bi bandor bike. "