Di derbarê Sariyildiz de 2 lêpirsîn

Perlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, ji aliyê dozgerê Cizîrê ve ji bo îfade bide hate xwestin. Ragihand ku di derbarê Sariyildiz de 2 lêpirsîn hatiye vekirin.

Dozgerê Komarê yê Cizîrê di çarçoveya 2 lêpirsînên cuda de bang li Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz kir îfadeyê bide. Dozger bi daxwaznameyekê ji bo odaya Sariyildiz a ku li TBMM’yê re şand de diyar kir ku divê di nava 7 rojan de Seriyildiz biçe îfade bide, berovajî vê wê zorî bibin îfadeyê.

Nimaraya ku li ser daxwaznameya dosyaya lêpirsînê a ku ji bo Sariyildiz şandî û nimaraya dosyaya lêpirsînê ya ku di fezlekeyê de ji bo Meclîsê ya têkildarî Sariyildiz ne heman e.

Sariyildiz ê ku ji bo têkildarî qirkirin û qetlîamên li Cizîrê ji bo hevdîtina li Ewropaye, di daxuyaniya ku di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê re da diyarkirin ku bi îhtimalekî mezin ev lêpirsîn têkildarî qedexeya kolanan a dema ku li Cizîrê bûn de ye.

Sariyildiz bibîr xist ku li Cizîrê bi sedan mirov di jêrzemîna de bi saxî şewitandin, anî ziman ku dewlet ji bo ku van qirkirinê hov ên ku li Kurdistanê pêk anîn binixumîne doz û lêpirsînan vedike. Sariyildiz îfadekiri ku heta niha nêzî 20 doz derbarê wî de hatine vekirin û wiha got: “Di roja mede ti meşûrtyeta wê nîne. Zarokên me bi saxî hatin şewitandin û dema ku em hestiyên wan di nava qelaş û xirbeyan de derxistin, van dozger û dadgeran gotin; ‘Ev hestî yên lawiranin’ ti doz nehatin vekirin. Li vir dibêjin ‘Dewlet gel’ ti meşrûtiyeta van dozan nîne. Ji xwe li ber çavan e ku çawan dewlet û gelê xwe difikirin.”

Sariyildiz destnîşan kir ku têkildarî van mijaran partiya wan biyara xwe bi raya giştî re parvekiribû û wiha got: “Bi van doz û lêpirsînan nikarin qirkirin û qetlîamên li Kurdistanê kirîn binixumînin.”

Sariyildiz diyar kir ku li Cizîrê hinek dozger û dadger ji ber ‘Hewldana darbeyê’ hatine binaçavkirin û wiha pê de çû: “Belkî yên ku derberê me de doz vekiribin hatibin binçavkirin. Yên ku duh zarokên me qetilkirin, îro weke derbekar tên darezandin. Yên ku van şandine wê derê jî heman desthiladare. Ev tiştên tê jiyîn şerekî dinava xwe de li ser desthiladariyê ye. Dem ku me temaşeyî jimara girtina leşker û dadgeran dikin dibînin ku ji komekê zêdetir rizîbûna dewlet û leşkera ne.”