Di 10. Konferansa Gerîla ya Neteweyî ya FARC-EP de daxwaza azadiya Ocalan

Di 10. Konferansa Gerîla ya Neteweyî ya FARC-EP de ku bi dirûşmeya “Aştiya bi lihevkirina neteweyî, edaleta civakî û demokrasiyê” tê lidarxistin, slav ji PKK’ê re hatin şandin, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

FARC-EP, da xuyakirin ku Konferansa wan ku 220 delege tevlî bûn û dezgeha herî bilind a biryarê ye, hê nû bi dawî bûye, di daxuyaniyê de ev gotin:

“Ji bo Lihevkirina Nihaî ya ku li bajarê Havana yê Kubayê ji bo şer bidawî bibin û aştiyek saxlem û mayinde bê avakirin pêk hat, Konferansê bi yekîtiya dengan desteka xwe ragihand. Pêkanîna lihevkirinê divê welêt demokratîk bike, rê li ber tevlîbûna me ya siyasî veke û di serî de qadên çolter, şertên gel baş bikin.

Gerîlayan îfade kirin ku ji bo li ser esasê hedefên ku di çarçoveyên stratejîk hatine diyarkirin şer bikin, amade ne ku wek partiyek siyasî kar bikin.

FARC-EP’ê careke din piştgiriya enternasyonalîst a ji bo avakirina civakek azad û adil dide têkoşîna serxwebûnê ya gelê Kurd ku xwe dispêre konfederalîzma demokratîk û xwe ji cihêtiyên çîn, nîjad, cinsiyet û etnîsîteyê pak kiriye.

10. Konferansa Gerîla ya Neteweyî ya FARC-EP’ê, her wiha daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin, destnîşan kir.