Dewleta Tirk xwest, Eûtelsatê qebûl kir

Rayedarên Eûtelsatê îtîraf kirin ku ji bo rawestandina weşana Med Nûçe TV’yê dewleta Tirk nameyek şandiye.

Heyeta ku çû gel rayedarên Eûtelsatê ya ku biryara rawestandina weşana Med Nûçe TV da, gotin; “Rayedarên Eûtelsatê îtîraf kirine ku dewleta Tirk bi rêka RTUK’ê ve ji bo rawestandina weşana Med Nûçe TV name ji rayedarên Eûtelsatê re şandine.”

Piştî ku ekranên gelek qenalên ku dengê Kurd, Elewî û kedkaran e ji hêla dewleta faşîst a Tirk hate reşkirin, Eûtelsatê jî ferman dabû ku weşana Med Nûçe TV bê rawestandin. Li ser vê jî Kurdistanî û dostên wan ên li Parîsê dijîn, saet 15.00’an li ber avahiya Eûtelsatê civiyan û dest bi çalakiyê kirin.

Tevî bangên polîsan jî Kurdistanî belav nebûn, daxwaza hevdîtinê kirin.

Rayedarên Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) piştî hevdîtina bi rayedarên Eûtelsatê re gotin; “Rayedarên Eûtelsatê îtîraf kirine ku dewleta Tirk bi rêka RTUK’ê ve ji bo rawestandina weşana Med Nûçe TV name ji rayedarên Eûtelsatê re şandine.”

Piştî ku rayedaran gotin wê ti agahiyên din nedin, Kurdistanî û dostên wan ên ku nêzî 3 saetan çalakî domandin, di dorpêça polîsan de heta metroyê hatin û çalakî bi dawî kirin.

Girseya ku derbasî Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê bû, rewş nirxand û biryara da ku sibehê çalakiya xwe bidomînin.

...