Dewleta Tirk nehişt heyeta Ewropî Demîrtaş bibîne

Destûr nehat dayîn ku parlamenterên Ewropî û HDP'yî Demîrtaş bibînin. Parlamenteran li ber girtîgehê daxuyaniyek dan çapemeniyê û gotin, ew ê ji hewldanên xwe neqerin.

Heyeta navneteweyî ya ji endamên Konseya Ewropa, Parlamenta Ewropa û akademîsyenan pêk tê û ji aliyê Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropa (EUTCC) ve hat organîzekirin, tevî heyetek ji HDP'ê xwest li Girtîgeha Edîrneyê serdana Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bike. Lê belê destûra vê serdanê nehat dayîn.

Heyetan serî li Wezareta Edaletê dan, lê wezaretê bersiv neda. Serlêdana li rêveberiya girtîgehê hat kirin jî, nehat qebûlkirin.

KAYA: WÊ MEHKÛM BIBIN!

Li ser vê yekê, endamên heyetê li ber girtîgehê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Parlamantera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya got, "Tevî ku ez parlamenterek im destûr nedan ez hevdîtinê bikim. Parlamenterên me ku nûnerên siyasî yên bi mîlyonan însanî ne, li girtîgehê ne. Ti îzahata vê nîne. Xwezî Tirkiye bi binpêkirina mafên mirovan, bi vê neheqiyê neketibûya rojeva cîhanê. Di demeke ewçend girîng de, girtina Hevserok û parlamenterên partiya sêyemîn a herî mezin a Tirkiyeyê, girtî ne. Yên ku vê dikin, wê di nava raya giştî ya cîhanê û wijdanê mirovahiyê de mehkûm bibin."

MÎLEY: DIVÊ PÊVAJO JI NÛ VE DEST PÊ BIKE

Hîndekarê Zanîngeha Cambrîdge Thomas Jeffrey Mîley jî da xuyakirin, ku delegasyona wan a ji 13 kesî, ji Bakurê Amerîka û Ewropayê ye û got, "Di nava delegasyona me de endamên Konsey û Parlamenta Ewropa, akademîsyen û sendîkavan hene. Beriya niha em 3 rojan li Amedê bûn. Me bi nûnerên tevgera Kurd, saziyan, sendîka û gel re hevdîtin kir. 3 rojan me rewş şopand. Li ser binpêkirina mafên mirovan ji dema qedandina pêvajoya çareseriyê û vir ve rû didin, me agahî wergirt."

Mîley diyar kir, tevî hewldana wan a ji bo serdana parlamenterên girtî, ji bo dîtina Ocalan ê 18 sal in di nava şert û mercên derveyî mirovahiyê de li Îmraliyê tê girtin, wan serî li Wezareta Edaletê dane û got, "Yek ji armancên sereke yên delegasyona me, dîtina lîderê Tevgera Kurd Ocalan e. Zêdeyî 10 sal in bûye dengekî xurt ê aştiyê ku di navbera Tevgera Azadiyê ya Kurd û dewleta Tirk de bangên aştiyê dike. Îzolasyona li ser wî û pêkanînên derveyî mirovahiyê yên li dijî wî tên kirin, yek ji sedemên sereke yên têkçûna pêvajoya aştiyê û ji destdayîna jiyana gelek mirovan e. Rewşeke lezgîn e ku divê pêvajoya aştiyê ji nû ve dest pê bike. Rewşeke lezgîn e ku divê şîdet bisekine. Tevgera Azadiyê ya Kurd nikare ji aliyê leşkerî ve were têkbirin. Çareseriyeke siyasî divê.

Der barê binpêkirina mafên mirovan de me raporek amade kir û em ê vê raporê bigihînin ber destê saziyên navneteweyî."

WARD: EM Ê HEWLDANÊN XWE NEQERIN

Parlamentera Parlamenta Ewropayê Jûlîe Ward jî da xuyakirin, ku hejmara mirovên hatine binçavkirin û girtin gelek e û got, "Em ne delegasyona destpêkê ye ku li ber vî deriyê girtîgehê ye. Endamên Partiya Sosyalîstên Çep a Ewropayê (PES) jî di meha Mijdarê de ji bo dîtina Demîrtaş destûr xwestibû. Di her serlêdanê de em li ber deriyan tên hiştin. Heta ku destûr ji me re were dayîn, heta ku bihêlin em hevalên xwe yên parlamenter û hempîşeyên xwe bibînin, em ê ji hewldanên xwe neqerin. Em ê ji cîhanê re vebêjin, ku dîtin li me tê qedexekirin.

Parlamentera Parlamaneta Ewropayê ya ji Danîmarkayê Ûlla Sandbaek jî got, "Em niha li ber girtîgehekê ne û li vê girtîgehê hempîşeyên me hene, ku tenê ji ber mûxalefetê hatine girtin. Ew terorîst nînin. Hikûmet, li şûna ku mûxalîfan bigire, divê li pêvajoya aştiyê vegere."

Endamê Komîsyona Aştî û Edaletê ya Herêma Westmînsterê Peder Joe Ryan jî got, "Li ser navê dêrê ji bo xizmetAê ji aştî û edaletê re bikim, ez li vir im. Xemgîn im ku di nava civakê de rewş ber bi nebaşiyê ve diçe. Dema em ji vir vegeriyan, wê li Kamara Avam a Îngilîstanê civînek bê lidarxistin û em ê raporekê pêşkêş bikin."