Dewleta Tirk li Montpellîer û Torînoyê hat şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Montpellîer ê Fransayê û li bajarê Torîno yê Îtalyayê hat şermezarkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 24 kewçêrê 2016, 07:18
Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Montpellîer ê Fransayê û li bajarê Torîno yê Îtalyayê hat şermezarkirin.
MONTPELLÎER
Kurdistaniyên li bajarê Montpellîer ê Fransayê dijîn, êrîşên qetlîamker û dagirkeriya artêşa Tirk a li herêmên Efrîn û Şehbayê bi mîtîngekê şermezar kirin. Kurdistanî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya Montpellîerê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan" hatin qîrîn û belavokên bi zimanê Fransî yên li ser mijarê hatin belavkirin.
TORÎNO
Li bajarê Torîno yê Îtalyayê, êrîşên dewleta Tirk bi çalakiyekê hatin şermezarkirin. Çalakî li Pîazza Castello pêk hat.
Rojnamevan-nivîskar û dozgera berê ya dadgeriya ceza ya sûlhê Laûra Shraîder li vir li ser Rojava axivî.
Di çalakiyê de dirûşmên "Bİjî Rojava", "Kujer Erdogan", "Em hemû PKK'yî ne", "Bijî HPG, YPG û YPJ" hatin qîrîn.