Dewleta Tirk li Helsînkî hat protestokirin

Qetlîama dewleta Tirk a li Cizîrê li paytexta Fînlandiya Helsînkî bi meşekê hat protestokirin.

Qetlîama dewleta Tirk a li Cizîrê li paytexta Fînlandiya Helsînkî bi meşekê hat protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Fînlandiya Helsînkî dijîn, qetlîama dewleta Tirk a li Cizîrê bi meşekê protesto kirin. Meşa ji navenda bajar destpê kir heta pêşiya Parlamentoya Fînlandiya dewam kir. Di meşa ku bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlîbibûn de dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Cizîrê”, “Qatil Erdogan û Tirkiye” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin. Pankartên balê dikşînin ser qetlîama Cizîrê hatin daliqandin.

Çalakvanan daxwaz kirin ku bi heyeteke ji Parlamentoya Fînlandiyayê re hevdîtinê pêk bînin. Di hevdîtinê de Kurdistaniyan diyar kirin ku divê Fînlandiya û dewletên Ewropa li hember qetlîamên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bertekên xwe nîşan bidin. Bal hat kişandin ku dewleta Tirk bi qetlîama li Cizîrê ve tenê Kurdan nakuje, nirxên tevahî mirovahiyê, heq û hiqûqê qetil dike.

Di axaftinên çalakiyê de jî hat destnîşankirin ku wê çalakî dewam bikin.