Dewleta Tirk a dagirker li Stockholmê hate şermezarkirin

Komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Rojava tên kirin, li paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandanekê hate şermezarkirin.

Çalakî duh piştî nîvro li meydana Sergelê pêk hat û dirûşmên "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişînin", "Piştgiriyê bidin Rojava", "Kujer Erdogan", "Erdogan û DAIŞ yek in", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Komkujiyên li Kurdistanê bisekinînin", "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo sivîlên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin û gerîlayên jiyana xwe ji dest dan, Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Swêdê Ayşe Goktepe axivî. Goktepe diyar kir, Erdogan bi xewn û xeyalên Dewleta Osmanî radibe û anî ziman, dema li Mûsil û Kerkûkê nehat xwestin, êrîşên xwe yên li dijî axa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê zêde kir.

Goktepe da xuyakirin, ku dewleta Tirk şerê xwe yê qirêj ê li Bakurê Kurdistanê dimeşîne ev saleke derbasî Rojava kiriye û dixwaze sîstema demokratîk a li vê derê ji holê rake. Goktepe got, "Armanca Tirkiyeyê dagirkirina tevahiya Sûriyeyê ye. Lewma divê hêzên navneteweyî li ber vê dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Bakurê Sûriyeyê rabin. Dagirkerî û komkujiyên Tirkiyeyê yên li Rojava ne yên qebûlkirinê ye."

Li ser navê KNK'ê Karwan Seîd peyivî û diyar kir, armanca Tirkiyeyê ji dagirkirina Ceablûsê, tinekirina sîstema demokratîk û wekhev a li Rojavayê Kurdistanê ye.

Seîd da xuyakirin, ku ew nehêlin ti hêz destê xwe dirêjî destketiyên gelê Kurd ên li Rojava bikin û destnîşan kir, ku ew ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Seîd bang li Kurdistanî û dostên wan kir, ku li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin.

Nûnerê Rojava yê li Swêdê Ster Kurdaxî jî da xuyakirin, ku dewleta Tirk ji bo operasyona Reqqayê sabote bike, ji bo parastina çeteyên DAIŞ'ê yên ji Mûsilê direvin û li Reqqayê bi cih dibin, êrîşî Efrîn û Şehbayê dike.

Nûnerê Rojava destnîşan kir, ku bêdengiya cîhana derve ya li pêşberî êrîşên dewleta Tirk weke rewşek bi tirs û fikar bi nav kir.

...