Deriyê Van TV jî hate mohrkirin

Mehmûrên maliyeyê yên li gel polîsan, bi ser avahiya Van TV’yê de girtin, deriya avahiyê mohr kirin.

Koordînatorê Giştî yê qenal Serdar Altan diyar kir ku wê vegotina rastiyan her tim ji bo gel ragihînin û wiha got: “Bila baş bizanibin ku heta niha me serî ji kesê re ne tewandiye.”

Memûrên maliyeyê yên ku li ger polîsan bi ser avahiya navenda Van TV ya ku li Taxa Şabaniye ya girêdayî Ertemêtan Wanê weşanê dike de girtin. Piştî lêgerîna 4 saetan a di avahiyê de hate kirin û şûn de hemû alavên teknîkî navê wan di nava lîsteyekê de rêz kirin û derî mohrkirin. Di dema lêgerînê de ji gelek rêxistinên civaka sivîl jî ji bo destekê ziyaret kirin.

Koordînatorê Giştî yê qenal Serdar Altan, diyar kir ku bi awayekî bê hiqûqî qenalê wan hatiye mohrkirin û wiha anî ziman: “Ev bûyerên ku çêdibin di çarçoveya konseptekê de pêk tên. Gelek qenal bi vî awayî hatin girtin. Bê ku daxwaznameyek ji bo me bê weşandin qenalê me hatiye girtin. Piştre jî deriyê qenalê me hate mohrkirin. Em ê li pêşberî van kiryaran rawestin. Hemû havalên me xwedî heman biryarin. Heta ku ji destê me were di warê çapemeniyê de em ê hewldanên xwe bidomînin û rastiyan bigihînin gelê xwe. Bila baş bizanin heta niha me serê xwe li ber kesê netewandiye.”

Piştî daxuyaniya ku hate dayîn û şûn de xebatkarên qenal bi yek dengî dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” qîr kirin.