Der heqê Yuksekdag de cezayê hepsa hetahetayî ya girankirî hat xwestin

Ji bo Yuksekdag a ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dîlgirtî, ji ber axaftinên wê cezayê hepsa hetahetayî ya girankirî hat xwestin.

Der heqê Hevseroka Giştî ya HDP’ê û Parlamentera Wanê Fîgen Yuksekdag de ku li girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê ragirtin, bi îdîayên “yekîtiya dewletê û yekparebûna welêt xira kiriye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” cezayê hepsa hetahetayî ya girankirî û heta 7 sal û nîvan jî cezayê hepsê hat xwestin.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê, lêpirsîna xwe ya der heqê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag de ku têkîldarî axaftinên wê yên 11’ê Nîsana 2015’an, 30’ê Kanûna 2015’an û 5’ê Adara 2016’an de dikir, temam kir.

Îdîaname, ji hêla 2. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat qebûlkirin.

Dozgeriyê, daxuyaniyên Yuksekdag ên wek parlamenter kiribû wek “yekîtiya dewletê û yekparebûna welêt xira kiriye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” nirxand û cezayê hepsa hetahetayî ya girankirî û heta 7 sal û nîvan jî cezayê hepsê hat xwestin.

Hat ragihandin ku lêpirsîn li ser giliyê ku ji dozgeriya Yalovayê re hatiye kirin dest pê kiriye.