Di derbarê kongreya HDP'ê de lêpirsîn hat destpêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di derbarê kongreya HDP'ê de bi îdiaya "propaganda rêxistinê" lêpirsîn da destpêkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li Enqereyê Kongreya Asayî ya 5'emîn bi dirûşma "Çareserî em in, serkeftin ya me ye" li dar xist. Ji çar aliyên Tirkiyeyê û ji gelek deverên dinyayê girseyek qelebalix tev li kongreyê bû û bi kelecan hat lidarxistin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi bayê bezê bi îdiaya "propaganda rêxistinê hatiye kirin" di derbarê kongreya HDP'ê de lêpirsîn da destpêkirin.