NÛ BÛ

Demîrtaş û wekîl, wê li Brûksel û Berlînê hevdîtinan li dar bixe

Wekîlên HDP’ê yên ku di pêşengtiya Demîrtaş de, xebatên xwe yên dîplomatîk ên li Ewropa dewam dikin. Heyet wê li Brûkselê bi Serokê PE’yê re bi cive.

Heyeta ku di pêşengtiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahettîn Demîrtaş , wê di 27-28’ê Îlonê de li Brûksel û 29’ê Îlonê jî li Berlînê rêze hevdîtinên dîplomatîk pêk bîne.

Di heyetê de Parlementerê Bîngolê û Alîkarê Hevserokê Giştî û Berpirsê Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy, Parlementera Edeneyê Meral Daniş Beştaş û Parlementerê Mêrdînê Mîthat Sancar jî cih digirin.

Heyet di çarçoveya bernameya li Brûkselê de, wê bi Serokê Parlementoya Ewropayê (PE) Martîn Schûlz, Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropa Federîca Magherînî û Komîserê Berpirsê Pêşketinê yê Yekîtiya Ewropayê Johannes Hahn re hevdîtinan bikin.

BERNAMEYA BERLÎN DI 29’Ê ÎLONÊ DE PÊK TÊ

Wê li Berlînê jî di 29’ê Îlonê de bi Alîkarê Serokwezîrê Elman û Serokê Giştî yê SPD’ê Sîgmar Gabrîel, li gel Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Frank- Walter Steînmeîer jî wê bi serokên Partiya Keskan a Elman û Partiya Cep a Elman re jî hevdîtin bên kirin.

YUKSEKDAG JÎ WÊ BI MÛÎZNÎEKS RE BICIVE

Her wiha Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Berdevka Meclîsa Jinê Besîme Konca û Berdevkê Partiyê Ayhan Bîlgen jî sibehê saet 17.30’an li navenda giştî bi Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê Nîls Mûîznîeks re dicive.