BI DÎMEN

Demîrtaş: Pêwîst e PE ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê xwedî însiyatîf be

Demîrtaş ê çû serdana Serokê PE Schûltz got; “Têkîldarî pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Tirkiyeyê, pêwîst e PE xwedî însiyatîf be, komîsyonekê ava bike ku bê çawa dikare çareseriyeke mayinde pêş bixîne.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku bi Serokê Parlamentoya Ewropa Martîn Schûlz re civiya, pirsên kedkarên çapemeniyê bersivnadin. Demîrtaş diyar kir ku dibihîzin wê partiya wan bê girtin, wiha dewam kir; “Têkîldarî pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Tirkiyeyê, pêwîst e PE xwedî însiyatîf be, komîsyonekê ava bike ku bê çawa dikare çareseriyeke mayinde pêş bixîne. Eger pêvajoyek aştiyê jî dest pê bike, divê bê fikrandin ku wê çawa çavdêriyek fermî bê avakirin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Cîgirê Hevserokê Berpirsê Têkîliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy, Cîgira Hevseroka Berpirsa Ji Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Wekîlê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar wek dawetiyê fermî yê Serokê Parlamentoya Ewropayê (PE) Martîn Schûlz hatin paytexta Belçîka Brukselê. Heyeta HDP’ê wê domahiya 2 rojan di nav hevdîtinan de bin.

Heyeta HDP’ê danê sibehê bi Serokê PE Martîn Schûltz re ji çapemeniyê re girtî civiya. Demîrtaş piştî civînê pirsên çapemeniyê bersivandin, diyar kir ku HDP’e partiyeke ku li Ewropayê ber bi çav e û cîdî tê girtin. Demîrtaş destnîşan kir ku siyasetek bêalî dimeşînin, ne mîna Erdogan û AKP’ê civakê manîpule dikin.

‘PE DIKARE GELEK TIŞTÊN DIN BIKIN’

Demîrtaş anî ziman ku PE bûyerên li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne, got; “Bi taybet jî piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê, PE pêvajoya li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne. Bawer im demek nêz wê heyeta raportor a Tirkiyeyê serdanekê bike û di cih de jî rewşê bişopîne. Di nav tevahî saziyên Ewropa de PE pêvajoya li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne, bi baldarî hewl dide fêm bike. PE ne mîna Konsey û saziyên din ên YE ne, hê hestiyartir e, tespîtan dike û mudaxeleyan pêş dixe. Lê, em dixwazin ev hê şênbertir bibin. Mesele, Têkîldarî pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Tirkiyeyê, pêwîst e PE xwedî însiyatîf be, komîsyonekê ava bike ku bê çawa dikare çareseriyeke mayinde pêş bixîne. Eger pêvajoyek aştiyê jî dest pê bike, divê bê fikrandin ku wê çawa çavdêriyek fermî bê avakirin.”

STRATEJIYA ŞER YA ERDOGAN ZIRARÊ DIDE HER KESÎ’

Demîrtaş bi lêv kir ku ji şerê li Tirkiyeyê Erdogan û AKP’e berpirs in, wiha pê de çû; “Ev stratejiya şer a Erdogan hem Tirkiye hem Sûriye, Irak û herêmên Kurdistanê bêîstîqrar dike. Ev bêîstîqrarî li Ewropayê wek pirsgirêka ewlehiyê û krîza penaberan derdikeve pêş. Çareseriya tevahî pirsgirêkan jî çareserkirina pirsgirêka Kurd e.”

 ‘EM RÊ NEDIN DÎNITIYAN’

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi qeyûman desteserkirina şaredariyên DBP’î jî bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Qeyûm danîn ser şaredariyên me û hevşaredarên me girtin. Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek 165 roj in girtiye û derneketiye pêşberî darazê, ev jî nîşan dide ku heta di eniya demokrasiyê de berxwedanek mezin dernekeve wê Tirkiye herikandina xwe ya ber bi karesatê bidomîne. Ev tevahî dînitî ne, peyame me jî ev e; asta zextên li dijî me çi dibin bila bibin em ê ti gavan bi paş ve navêjin. Tirkiye, li gel daraz û girtinan, dikare heta înfazên siyasî jî biçe. Em li ser esasê demokrasî û azadiyê ne, em ê ji pîvanên xwe dûr nekevin.

Pêşîgirtina van dînitiyan jî refleks û bertekên civakê ne. Ez careke din li vir bang li gelê xwe û raya giştî ya Tirkiyeyê dikim, em rê nedin van dînitiyan.”

 

...