Demîrtaş: Mirov bi qanûnên darbeyê nikare li dijî darbeyê raweste

Demîrtaş ku di mîtînga ‘Em darbeyan naxwazin, aştî aniha!’ axivî. Demîrtaş bertek nîşanî ragihandina Rewşa Awarte da û got, ‘’Bi qanûnên Kenan Evren mirov nikare li djî darbeyê têbikoşe’’

Di mitînga HDP'ê ya ‘Em darbeyan naxwazin, aştî aniha’’ de bi 10 hezaran kes hatin gel gev. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di mitîngê de axivî û bertek nîşanî biryara Rewşa Awarte da û got: "Li dijî derbeyê bi qanûnê Kenan Evren têkoşîn nayê dayîn." Demîrtaş li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî rawestiya û bang kir ku pêşiya hevdîtina bi Ocalan re bila bê vekirin.

Di pêşengtiya HDP'a Stenbolê de mitînga "Em darbeyê naxwazin,aştî aniha" li Parka Gazî Şehîrê mitîngek hat li darxistin. Di mitîngê de bertek nîşanî hewldana derbeyê hat dayîn û herî zêde xwdîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand. Di mitîngê de bi saetan dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin berz kirin û hat xwestin demek ji ya din zûtir heyetek biçe Îmraliyê.

Qada ku HDP'ê bi xwe ewlehiya xwe standibû, gelek polîs xwestin bi maşînên zirxî bikevin qadê. Li ser bertekên girseyê polîs ji qadê hatin derxistin. Di mitîngê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û pankarta "Ciwan cangoriyên Apo ne" hat vekirin û dirûşim hatin berzkirin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî beşdarî mitîngê bû û der barê geşedanên dawî de axivî. Demîrtaş diyar kir ku li Tirkiyeyê rojên awarte tên jiyan kirin, hêzeke cunta li hemberî gel derbe daye destpêkirin û ev tişt got: "Hat xwestin 12'ê Îlonê ji nûve zindî bikin. Ji ber ku gelê Tirkiyeyê ji 7 salî bigire heta 70 salî rastiya derbeyê dizane, ji bo wê jî li hemberî derbeyê sekinî. Ez gelê ku li hemberî vê derbeyê sekiniye pîroz dikim."

Xalên di axaftinên Demîrtaş de derketin pêş wiha ne:

'TIŞTA DEMOKRATÎKBÛNA WE BIDE NÎŞAN PRATÎKA WE YE'

"Li hemberî derbeya leşkerî derketin demokratbûn e, lê ev bi tenê demokratbûna we nade nîşan. Piştî hewldana derbeyê hat rawestandin û piştre helwesta ku we daniye holê rastiya weya demokratbûyînê dide nîşan. Çepgir jî û rastgir jî li hemberî derbeyê derketin. Hûn demokrat in an na, wê pratîka we bide nîşan."

'WE DARBEKAR 14 SALAN DI PÊSÎRA XWE DE MEZIN KIR'

Dema çi bû sedema derbeyê em nîqaş nekin, wê dîsa ev hewldana derbeyê derkeve holê. Ya ku niha ev desthilatdarî qebûl nake jî ev e. Cihên ku hûn ji makeqanûna Kenan Evren xwe rizgar bikin, hûn darêzê dixin destê xwe. Hûn civîna MGK'ê pêk tînin, ji xwe ev amûra derbeyê ye. An ev belengazî ye an jî li ser hişên xwe çûyî ye. Hûn dixwazin bi derbeyê re têkoşînê bidin, di serî de MGK'ê terk bikin. We 14 salan derbekar di pêsîra xwe de xwedî kir.

'REWŞA AWARTE AMÛRA DARBEKARAN E'

Rewşa Awarte amûrekî hişmendiya derbeyê ye. Tu bi anîna Rewşa Awarte li hemberî hewldana darbeyê têkoşîneke çawa didî meşandin. Wan darbe pêk baniya wê Rewşa Awarte îlan bikirana, wê îşkence pêk baniyana, wê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ji holê rakirana. Ev jî heman tiştî dikin. Bi vê rêbazê bi darbeyê re têkoşîn tê dayîn? Têkoşîna li dijî derbeyê bi hiqûqê pêkan e.

'DIVÊ HESABÊN ERZAN NEYÊ KIRIN'

Li dijî darbeyê û cuntayê bi pêkanînên paşverû têkoşîn nayê kirin. Bi uslubên ku civakê ji hev dur dixe ve têkoşîn nayê dayîn. Ger vê civakê dest dabin hev werin em vê bikin fersend. Demokrasî û azadiyan pêş bixin. Divê li pey hesabên erzan û qurnaziyan neçin.

'LI CIZÎR Û SÛRÊ LI HEMBERÎ TANKAN EM SEKINÎN'

Binêrin tankên ku we ji Cizîrê re şand, tank û topên ku ji Şirnex û Sûrê re şand ên li ser wan hemû darbekar derketin. Yên ku Davutoglu tînin bîra xwe hene? Bi peymana 4C ve ji kar derxistin. Serokomar çi digot. Ji dur ve hemû bajar tune bikin. Me çi dikir em li pêşiya tankan disekinîn. Li hemberî tank û topan li Sûrê li Cizîrê em sekinîn. dema ku em li hemberî tankan sekinîn ev general qehreman bûn, em xayîn bûn. Hê beriya çend mehan bû.

'WE TANK BI SER ME DE AJOT'

Wan ji guhê Erdogan re gotin 'em ê bi tank û topan ve biqedînin' me xwest vebêjin me got welat ber bi xetereyê ve diçe. We tank bi ser me de ajot. beriya meheke dema ku ev girse derdiket qadan we ava bêpere nedida, bêpere ev bi ser wan de dikin. Kesekî ji we lêborîn xwest. Ji bo Gulen li qadan digiriyan. Ji bo ku em di qada siyasetê de nebin her tişt kirin.

'DIVÊ SEROKOMAR XWEREXNEDANÊ BIDE GEL'

Divê em bi darbeyê re hevrû bibin û van biaxivin. Serokomarê welat û rêveber divê derkevin pêşberî gel û xwerexnedanê bidin. Divê bibêjin me ev anîne vê derê. Yên ku herî zêde deng girtin nekirin rektor, ên ku xwestin anîn ser zanîngehan. Niha jî binçav dikin. Yên ku duayên Gulen negirtin nekirin dozger û dadger. Ma me ew roj ji bîr kir. Herî kêm deh caran min ev tişt anîne ziman. Min got hûn me digirin lê ev darbeyê dikin. Ocalan ewqas got mû bi zimanê wî ve hat.

'HIN KES DIKARIN BIBÊJIN DARVEKIRIN LÊ CIVAK AŞTIYÊ Û MUZAKEREYÊ DIXWAZE'

Li qadan ji ber hestewariyê kom dikarin darvekirinê bixwazin lê ti kesên din guhdar bike. Yên din aştiyê, muzakereyê dixwazin. Divê tu desturê nedî gotinên yên feraseta wan DAIŞ e. Divê neyê provokasyonê. Komên ku derdikevin qadan CHP'î, MHP'î, HDP'î dikarin nêrînên xwe bibêjin. Çawa duh bi cemaetê re li hev kirin we anîn vî halî îro jî AKP divê li hemberî DAIŞ'iyan baldar be.

'PÊŞIYA HEVDÎTINÊN BI OCALAN RE VEKIN'

Em dikarin şaşîtiyên ku heta 15'ê tîrmehê hate kirin bînin ser maseyê, gel ji me aştiyê dixwaze. Li şûna ku hevdîtinên bi Ocalan re asteng dikin, pêşiya hevdîtinan vekin. Divê em pêşiya fersendekî demokratîk vekin. Bi axaftinê careke din vegera pêvajoya çareseriyê em dikarin diyalogê ava bikin. Divê hemû kes careke din geşedanan dayne ser maseyê, binirxîne.

'LI DIJÎ DARBEYÊ BI QANÛNÊN KENAN EVREN VE TÊKOŞÎN NAYÊ MEŞANDIN'

Divê pêvajoya Rewşa Awarte neyê dirêjkirin. Ger we Rewşa Awarte li dijî dewletê îlan kir wê demê ji bo gel jî demokrasî û aştiyê îlan bikin em jî bawer bikin. Heke kolanan ji muxalefetê re bigirin tenê ji bo alîgirên îxtidarê bê vekirin ev hevnegirtîne ye, Heke wisa bikin wê yên li dijî darbeyê ne jî li dijî qesrê ne jî wê derkevin kolanan. Di bin navê ez li dijî darbekaran têkoşînê dimeşînim de heke tu sempatîzanên cemaetê mexdur bikin tu wê şaşîtiyê bikî. Îhtîmala ku çapemeniyê bi tevahî qedexe bike heye. Divê baldar be. Dema binçavkirinê derxistina 30 rojan îşkence ye. Li dijî darbeyê bi qanûnên Kenan Evren têkoşîn nayê meşandin. Ji vî şaşîtiyê vegerin.

'HURŞÎT KULTER LI KÛ YE'

Sûcên ku li Cizîrê, Sûrê, Nisêbînê hatin kirin bi destên kîjan siyasetmedaran ve hatin kirin li holê ye. We ew bajar xira kir, di şevekî de 40 hezar darbekar dît, lê we hevalê me Hurşît Kulter ê li Şirnexê bi mehan e winda ye nedît.

'WERIN EM LIHEVKIRINA CIVAKÎ PÊK BÎNIN'

Werim em di lihevkirina civakî de bigihîjin hev. Di pirsgirêka Kurd de rewşa ku ber bi bêçekbûnê aştiyê diçe biafirînin. Werin em em azadiyê bidin kedkar û karkerên vî welatî. Em vî bikin ku ji hemû cihanê re bibêjin li vî welatî darbe nabe.

Divê em bi hemû kesên ku azadiyê dixwazin re mil bi mil bimeşin. Em li Îzmîrê li Amedê derkevin kolanan, mafên xwe yên demokratîk bigirin. Ti pirsgirêka mu bi kesên ku deng dane AKP'ê re nîne. Ji AKP'iyan cudatiya me heye, ew tenê dixwazin AKP'ê biparêzin em jî dixwazin hemû Tirkiyeyê biparêzin."

...