Demîrtaş: Li Cizîrê qirkirin heye

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş destnîşan kir, ku li Cizîrê qirkirin hatiye kirin û banga mezinkirina berxwedanê kir. Demîrtaş got, "Xeta rast xeta Cizîrê ye, ku nayê ser çokan, serî natewîne."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna Meclîsa Partiyê de mijarên di rojevê de nirxand.

DemIrtaş nerazîbûneke tund nîşanî komkujiyên li Cizîrê da û got, "Çawa ku Cizîrî nayên ser çokan, serî natewînin, divê em jî bexwedanê mezin bikin."

Demîrtaş destnîşan kir, ku li Cizîrê qirkirin hatiye kirin û wiha axivî: "Ji ber ku pêşî li şer nikarîbû bihata girtin, nabe ku mirov binpêkirina hiqûqa însanî, binpêkirina wijdan û exlaqê mirovahiyê ji nedîtî ve bên. Qala nêzî sed mirovan tên kirin ku nêzî 2 hefte ne li jêrzemînan hatine asê kirin û di nav de jin û zarok hene. Gelek spekulasyosn hatin kirin. Statîstîk hatin eşkerekirin. Ez ê rewşa li Cizîrê bi statîstîkan eşkere nekim. Di destê me de agahiyeke bi tenê ya zelal û eşkere heye. Ew jî; li Cizîrê qirkirin hat kirin. Ji bilî vê, em nizanin bê çend kes hatine qetilkirin. Hînê jî ketin-derketina navçeyê qedexe ye. Korîdoreke tund a ewlekariyê bi sê qonaxan tê meşandin. Ji bilî kesên fermana kuştinê dane û ji bilî kujeran bi xwe, ti kes nizane ew mirov çima, kengî û çawa hatine kuştin.

'JI WAN TÊ KU 100 HEZAR KESÎ BI VÎ RENGÎ QETIL BIKIN'

Dozger naçe wê derê, ji ber ku destûr nayê dayîn. Cenazeyan li malên cuda, li jêrzemînên cuda bicih dikin, dûre bang li ambûlansên şaredariyan dikin ku cenazeyan rakin û van cenazeyan jî dişînin bajarên cuda. Ji bo doktor, dozger û yên otopsiyê dikin di gelek cenaze mirina bi heman rêbazî tespît nekin. Ji ber ku li holê sûcekî mezin ê şer û li dijî mirovahiyê heye. Divê her kes vê baş bizanibe: Li hemberî me feraseteke siyasî ya hiqûq û exlaqê nas dike, nîne. Ti şik û gumana me nîne; yên ku 60-100 kesî bi vî rengî qetil kirine, ji wan tê ku 100 hezar kesî bi heman rengî qetil bikin. Dijderketina li vê yekê, bi xwegirtina li faşîzmê nîne, bi şikandina per û baskê faşîzmê re dibe. Çawa ku Cizîr nayê ser çokan, çawa ku Cizîr serê xwe natewîne, vaye xeta rast ev e.

'DIVÊ BLOKA AŞTIYÊ WERE AVAKIRIN; EM Ê JI RÊYA XWE VENEGERIN'

Ya ku li ser me tê ferzkirin tekperestî ye. Em êdî ji yek milet, yek al, yek dewletê jî derbas bûn, êdî yek partî û yek şexs li ser me xwe ferz dike. Em navend û hêviya berxwedanê û civakê ne. Yekane mûxalefeta nehatiye teslîmgirtin e û û yekane hêviya civakê ne. Serokkomarekî ji sedî 49,5 ê dengan stendiye, çêdibe ku ji mamoste Ayşe ewçendî bitirse. 

Ew zilame li qesrê êdî mirovekî dozê nîne. AKP êdî ne partiyeke dozê ye. Hevalên wan bi xwe jî bi vê dizanin. Di nava desthilatdariyê de ifaqên kirêt afirandine.

Ya ku divê were kirin, li dijî faşîzmê avakirina bloka berxwedan, demokrasî û aştiyê ye. Em israr nakin ku pêşengiyê ji vê re bikin, lê em amade ne bibin kedkarê vê. Ya ev bloka faşîzan wê şikil bide Tirkiyeyê, bixe nava tarîtiyê, yan jî em ê ji bo azadî, wekhevî û aştiyê bloka aştiyê ava biin. Eger em vê pêk bînin têkoşîn wê di demeke kurt de bi ser bikeve. Na, lê eger bêjin em serbixwe ne, wê demê barê têkoşînê wê li ser milê me be û em ê jî ti carî ji rêya xwe venegerin."