Demîrtaş, li Berlînê tevlî şeva piştevaniya bi HDP’ê re bû

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş bal kişand ser girîngiya dengên li Ewropayê û xwest di 1’ê Mijdarê de dengên HDP’ê bên zêdekirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê duh bi tevlîbûna 2500 kesî şeva piştevaniya bi HDP’ê re hat lidarxistin.

Di şeva ku li Salona Konserê ya Huxleys Neue Welt pêk hat, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş tevlî bû.

Hevserokên HDP’a Berlîn Mehtap Erol û Erkîn Erdogan ku gel silavkirin, Koroya Zarokan a Aramê Tîgran, hunermendê Kurd Bengî Agirî stran gotin.

PARTIYA ÇEP Û KESKAN JI BO HDP’Ê BANGA DENGAN KIRIN

Parlamenterê Meclîsa Eyaleta Berlînê ya Partiya Çep-Dîe Lînke Hakan Taş, ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê banga piştgiriya ji HDP’ê re kirin.

Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Koma Meclîsê ya Partiya Çep Jan Van Aken, xweseriya Rojava silav kir û got ku ji bo Tirkiye demokratîk bibe pêwîst e Serokkomar Erdogan nebe serok û HDP bihêz bibe. Aken diyar kir ku di vê hilbijartinê de jî wê çavdêran bişînin Kurdistanê.

Hevserokê Partiya Keskan Cem Ozdemîr jî, diyar kir ku HDP dikare tevayî gelan û baweriyan temsîl bike û bang kir ku dengên xwe bidin HDP’ê.

DEMÎRTAŞ: PÊWÎST E DENGÊN ME ZÊDE BIBIN

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş jî bang li gel kir ku tevlî xebatên hilbijartinan bibin. Demîrtaş bal kişand ser girîngiya dengên 7’ê Hezîranê ji Ewropayê hatin û xwest dengên HDP’ê zêde bibin.

Demîrtaş anî ziman ku êdî Kurd di siyaseta welêt û herêmê de diyarker in û got: “Êdî em ser bilind in.” Demîrtaş anî ziman ku cihgirtin û tevkariya jin û ciwanan di nav têkoşîna azadiyê de girîng dibînin. Şeva piştevaniyê bi stranên Hunermend Mavîs Guneser bi dawî bû.