Demîrtaş: HDP êdî nûnerê aştiyê, AKP jî nûnerê şer e

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di dema hevdîtinên xwe yên bi rayedarên YE re, fikarên xwe yên li ser hilbijartinan bilêv kir û destnîşan kir, ku pêwîstiya pêvajoya aştiyê bi aliyekî sêyemîn heye.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di dema hevdîtinên xwe yên bi rayedarên YE re, fikarên xwe yên li ser hilbijartinan bilêv kir û destnîşan kir, ku pêwîstiya pêvajoya aştiyê bi aliyekî sêyemîn heye. Demîrtaş got, "Pêvajoya aştiyê û pêvajoya hilbijartinê bi hev ve girêdayî ne" û ji bo HDP'ê deng xwest.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Ewropayê de duh bi Komîserê Yekîtiya Ewropa (YE) yê ji Berfirehkirinê Berpirsyar Johannes Hahn re rûnişt. Demîrtaş piştî hevdîtinê ji ANF'ê re axivî.

Demîrtaş der barê nêzîkatiyên rayedarên Ewropayî, fikar û gumanên HDP'ê yên li ser hilbijartinan, şertên pêwîst ên ji bo rêveçûna pêvajoya çareseriya demokratîk û hewldanên wan ên li ser van mijaran, daxuyaniyên girîng da.

Demîrtaş da zanîn ku pêvajoya aştiyê ne di bin yekdestiya AKP'ê de ye û anî ziman ku pêwîstî bi agirbesteke pê bawerî hebe heye, ji bo vê jî girîng e sîstema li Îmraliyê bê rakirin.

LI SER EWLEKARIYA HILBIJARTINÊ FIKARÊN ME HENE

Demîrtaş hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Yekîtiya Ewropayê re nirxand û got, "Partiya me hem li Tirkiyeyê hem jî li qada navneteweyî gihaştiye asteke gelekî bi bandor. Lewma, hem ji bo çareseriya pirsgirêkên li nava Tirkiyeyê hem jî ji bo çareseriya pirsgirêk û krîzên herêmî, partiya me xwedî pêşniyar û polîtîkayên cidî ye."

Demîrta got, "Vê yekê bi dilrehetî bi rayedarên Ewropayî û rayedarên Yekîtiya Ewropayê re parve dikim" û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:

"Yek ji pirsgirêkên herî lezgîn ên Tirkiyeyê, vegera li rewşa agirbestê, vegera li muzakereyê, pêkahtina muzakereyek ewle, aliyekî sêyemîn û meşandina pêvajoya muzakereyê bi garantoriya aliyê sêyemîn e. Em vê yekê gelekî girîng dibînin.

Di heman demê de, divê Tirkiye hilbijartineke adîl bi awayekî ewle pêk bîne. Di vê mijarê de Yekîtiya Ewropa û OSCE (Rêxisitna Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropa) xwedî berpirsyariyan e. Her çend hikûmeta li Tirkiyeyê da xuyakirin ku ew ê vê carê çavdêriya OSCE qebûl neke jî, li ser ewlehiya hilbijartinê fikarên me hene. Em dixwazin saziyên Yekîtiya Ewropa, OSCE û Konseya Ewropayê ji sedî sed pêvajoya li Tirkiyeyê bişopînin."

EWROPA JI NÊZ VE HDP'Ê DIŞOPÎNE

Demîrtaş anî ziman ku mûxatabên li Ewropayê bi baldarî HDP'ê dişopînin û got, "Me dît ku hemû mûxatabên me, gelekî vekirî ne. Em dibînin ku bi baldarî nêzî nêzîkatî û polîtîkayên me dibin. Li şûna nêzîkatiyeke teng û yekalî ya berê, girîngiyê didin sekna HDP'ê, hewl didin fêm bikin û li erdnîgariyeke bûye qada şer, li erdnîgariyeke gef û barbariya DAIŞ'ê lê xwe daye der, mezinbûna tevgereke ewçend mezin û piralî, ji aliyê tevahiya cîhanê, bi taybetî jî Ewropayê ji nêz ve tê şopandin. Di hevdîtinên xwe de em bi vê rastiyê dihesin."

PÊVAJOYA AŞTIYÊ NE DI BIN YEKDESTIYA AKP'Ê DE YE

Demîrtaş ragihand ku pêvajoya aştiyê li gorî daxwaza AKP'ê destpê nekiriye û naqede û destnîşan kir ku aştî ne di bin yekdestiya AKP'ê de ye.

Demîrtaş di vê mijarê de ev nirxandin kir: "Pêvajoya aştiyê, lêgerîna li aştiyê naqede. Ne pêvajoyeke ku ji yekdestiya AKP'ê re bê hiştin e. Ne pêvajoyeke ku AKP bêje 'kengî bixwazim ez ê bidim destpêkirin, kengî bixwazim ez ê biqedînim'. Pêvajoya aştiyê bûye malê civakê û heta gel bixwaze, ev pêvajo naqede. Dibe ku bixetime, dibe li paş bimîne, dibe ku biqete, lê belê em feraseta 'lêgerîna li aştiyê qediya ye, ji niha û pê ve me qad bi temamî ji şer, ji çekan re hiştine' qebûl nakin. Em vê rast nabînin. Gel aştiyê dixwaze, çareseriyê dixwaze."

ŞERTÊN AŞTIYÊ HENE

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş got, "Şertên vê hene. Bi xwestinê re aştî bi dest nakeve" û bal kişand ser mercên aştiyê:

"Beriya her tiştî pêwîstî bi pêvajoyeke aştiyê ya ewle, xurt û dualî heye. Divê çek ji her du aliyan ve bêdeng bibin. Pêwîstî bi pêvajoyeke dikaribe rê li ber baweriyê veke, heye. Ji hundir an jî derve pêwîstî bi hêzeke sêyemî, hêzeke çavdêriyê heye. Pêwîstî bi hêzeke bi bandor heye, ku agirest jî di nav de karibe alilyan ji ber binpêkirina pêvajoyê hişyar bike û çavdêriyên objektîf bike.

JI BO MUZAKEREYEKE ZELAL DIVÊ SÎSTEMA ÎMRALIYÊ BÊ RAKIRIN

Di heman demê de pêwîstî bi vegera li pêvajoyeke muzakereyê ya zelal heye. Girîng e aliyên muzakereyê dimeşînin, nêrînên xwe bi awayekî vekirî bi raya giştî re parve bikin û daxwazên wan ji aliyê civakê ve werin bihîstin. Ev yek jî pêwendiya xwe bi mercên Birêz Ocalan re heye. Heta ku ew di bin tecrîdê de be, heta ku di nava sîstema tecrîdê ya Îmraliyê de were rakirin, ne pêkane muzakereyeke zelal were meşandin. Lewma divê ev merc ji sedî sed were guhertin. Beriya her tiştî divê sîstema Îmraliyê ji holê bê rakirin. Yanî mercên muzakereyê yên alî ji hev bawer bikin, ne mercên Îmraliyê ne. Girîng e ev yek ji aliyê her kesî ve baş were fêmkirin."

BERIYA HILBIJARTINÊ DIVÊ AGIRBESTA DU ALÎ PÊK WERE

Demîrtaş got, "Ev yek jî agirbesteke mayînde ya di pêvajoya hilbijartinê û destpêkirina pêvajoya muzakereya demokratrîk û zelal a piştî hilbijartinê dibe" û ev xal destnîşan kir: "Wekî din xwegihandina aştiyeke mayînde ne pêkane. Yanî Tayyîp Erdogan got 'min pêvajo cemidand'. Ji ber vê gotina Erdogan nabe ku em dest ji pêvajoya aştiyê berdin. Divê xwe (Erdogan) weke temînata aştiyê nebîne. Divê em siyaseteke, bi gotina 'Ez bixwazim wê aştî pêk were, naxwazim pêk nayê' ku daxwaza aştiyê dîl digire, li ser civakê ferz dike û vê yekê bi dengên jê re were dayîn ve girê didin, red bikin. Aştî di destê me de ye. Ne di destê Erdogan û AKP'ê de ye. Divê em vê bipejirînin."

JI YEKÎTIYA EWRAOPAYÊ BANGÊN XURTTIR DIKARIN BÊN

Demîrtaş danî ziman ku ji Yekîtiya Ewropayê, ji bo pêvajoya aştiyê dikare daxuyaniyên xurttir werin û got, "Divê daxuyaniyên dema nêz (Yekîtiya Ewropa) werin şopandin. Bê guman beriya niha li ser îstiqrar û rewşa bêşer bang kiribû. Dibe ku ji niha û pê ve ji Yekîtiya Ewropayê bangên xurttir werin. Em dibêjin ku ji bo rêveçûna vê pêvajoya muzakereyê, saziyên Yekîtiya Ewropayê jî dikarin bi berpirsyarî rabin. Mûxatabên me ji van mijaran re negirtî ne."

WEZÎRÊ YEKÎTIYA EWROPAYÊ BI DENGÊN JI EWROPAYÊ HAT HILBIJARTIN

Demîrtaş der barê hilbijartinên pêşwext de ji hilbijêrên li Ewropayê re jî axivî û banga xebateke aktîf li wan kir. Demîrtaş got, "Hilbijêrên me yên li Ewropayê di hilbijartina beriya niha de encameke gelekî bi bandor derxistin holê. Her çend em bi temamî negihaştibin armancên xwe jî, hilbijêrên li Ewropayê bi coş, daxwaz û baweriyeke mezin xebitîn. Û îro Wezîrê Yekîtiya Ewropayê bi dengên ji Ewropayê hat hilbijartin. Hilbijêrên me yên li Ewropayê wezîrê xwe bi xwe hilbijartin. Divê vê yekê bibînin. Gelê me yê li vir, Kurd, Tirk, Elewî, Sûnî kî dibe bila bibe, girîng e qîmetê dengê xwe zanibe. Eger dixwazin li cem HDP'ê mora xwe deyne binê serketineke mezin, divê bi awayekî aktîf cihê xwe di kampanya hilbijartinê de bigirin, ji sedî sed biçe ser sindoqan û xwedî li sindoqan derkevin. Li ser navê partiya xwe ez careke din hevalên me yên li Ewropayê dawetî bicihanîna wezîfeyê dikim."

HILBIJARTNI Û PÊVAJOYA AŞTIYÊ TÊKILIYA XWE BI HEV VE HENE

Demîrtaş bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê da xuyakirin ku aştî pêwîstiya herî lezgîn e û destnîşan kir ku pêvajoyên hilbijartin û aştiyê pêwendiya xwe bi hev ve hene.

Demîrtaş axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir: "Aştî pêwîstiya me ya herî lezgîn e. Bêyî xebatê, bêyî serketinê zehmet e mirov xwe bigihînin vê armancê. Aştî bi tenê bi bangan, bi daxuyaniyên çapemeniyê nayên. Bi rêxistinbûyîn, têkoşîna ji bo aştiyê, qezençkirina hilbijartinê û bi berxwedanê dibe. Li ser navê aştiyê, divê li her cihî li dijî êrîşan berxwedan were nîşandan.

Her wiha, divê têkiliya di navbera pêvajoyên aştî û hilbijartinê baş were dîtin û her kes ji bo deng bidin HDP'ê, deng bidin aştiyê, hevdu dawet bikin. HDP êdî nûnerê aştiyê ye, AKP jî nûnerê şer e. Ev êdî zelal e."

...