Demîrtaş: Divê beriya her tiştî tecrîda li Îmraliyê bê rakirin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir, ku divê tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin malpat û parêzer karibin pê re hevdîtinê bikin.

Demîrtaş da xuyakirin, ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê li welêt ne azadî ne jî aramî ma ye û got, "Ji ber ku hesabê heqîqeta darbeyê nayê dayîn û nayê pirsîn, gefên darbeyê ji holê ranebûne. Îro jî ev gef heye."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş beşdarî organîzasyonek rêxistina HDP'ê ya Bûrsayê bû. Demîrtaş bûyerên di rojevê de ne li vê derê nirxand. Hevserokê HDP'ê da xuyakirin, ku ew di demeke awarte de ne û destnîşan kir, ku 30 salê dawî yên Tirkiyeyê ji darbeyan pêk tê.

Demîrtaş got, "Bi salan e li vî welatî vî gelî nefes ne girtiye" û anî ziman, ku ji bo aramiyê divê gel bi rengekî azad bijî. Demîrtaş destnîşan kir, ku tevî komkujî û binpêkirina mafên mirovan, bi hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê re li welêt ne azadî ma ye ne jî aramî.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir, ji ber ku li welêt ti carî demokrasiyeke gel ava nebûye û hin kesan timî xwe weke xwediyê welêt dîtine, ti carî xeteriya darbeyê ji holê ranebûye. Demîrtaş da zanîn, eger ev yek dewam bike wê gefên darbeyê jî qet neqedin û got, "Ji ber ku hesabê heqîqeta darbeyê nayê dayîn û nayê pirsîn, gefên darbeyê ji holê ranebûne. Îro jî ev gef heye. Ev ne xeteriya paralelan e."

Demîrtaş da xuyakirin, ku ew ê hem li dijî darbeyê jî, li dijî cûntayê jî bisekinin û got, "Ji destpêkê ve helwesta me ev e. Şikur ji Xwedê re, nêzî temamiya Tirkiyeyê li dora vê helwestê civiya."

'AKP'Ê PIRSGIRÊK RADESTÎ LEŞKERAN KIR'

Demîrtaş ragihand, divê AKP bêje 'Me li ku derê şaşîtî kir, me çawa cesaret dan wan ku ev yek kirin' û li xwe bipirse. Demîrtaş wiha dewam kir: "Eger vê nekin û bi rastî jî bersiva vê nedin, wê gefên darbeyê neqedin. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî girîng a komarê ye. AKP'ê ev qebûl kiribû û bi vî rengî pêvajoya çareseriyê dabû destpêkirin. Lê belê li şûna çareserkirina pirsgirêkê, mijar careke din radestî leşkeran kir." Demîrtaş destnîşan kir, ku eger piştî du sal û nîvan şer bi dawî bibûya, bajar nehatibûna şewitandin û xerakirin, wê general ewqasî xurt nebûna.

Demîrtaş bibîr xist, ji ber ku wan wextekê gotin 'van tankan nexin nava kolanan' ew weke 'xayîn' hatine îlankirin û got, "Piştî her şaşîtiyê Serokkomar radibe dibêjin 'em hatin xapandin'. Em bêjin tu hatiye xapandin, baş e gelo ne pêwîste ku tu niha lêborînê ji vî gelî bixwaze." Demîrtaş da zanîn, Rewşa Awarte ya di bin navê têkoşîna li dijî darbekaran de hat ragihandin, bi kêrî darbekaran tê. 

'DIVÊ MALBAT Û PARÊZER BIÇIN ÎMRALIYÊ'

Demîrtaş di dewama axaftina xwe de got, "Heta ku lêborîn neyê xwestin, wê dilê me rehet nebe. Divê pêşî li amadekirina destûreke bingehîn a sivîl were vekirin, lîderên siyasî li serokomariyê li hev bicivin. Lê belê, beriya her tiştî divê tecrîda li Îmraliyê were rakirin. Pêwîste malbat û parêzer karibin hevdîtinê bikin. Di nava vê kaosê de, divê mafên qanûnê bên dayîn." Demîrtaş diyar kir, eger Rewşa Awarte ya hatiye ragihandin bê dirêjkirin, ev yek wê zerarê bide gelan û got, "Pêwîste îşkence nebe, darizandina adîl pêk were. Ewqas dibistan hwd. tên girtin, lê eger darizandineke adîl neyê kirin, wê baweriya bi edaletê qels bibe."

Demîrtaş da xuyakirin, ku ji bo destûreke bingehîn a demokratîk pêşniyara herî mezin ji aliyê HDP'ê ve hatiye kirin û dema wan ev pêşniyar kirin, ne li hêviya bendewariyeke şexsî bûn. Demîrtaş got, ew azadî, edalet û aştiyê dixwazin û hewl didin dest bidin hev û bi vî rengî başî û xweşiyê bînin welêt.