Demîrtaş: Bila hevdîtin bi Ocalan re bê kirin, pêvajo ji nû ve bê nirxandin

Demîrtaş li civîna koma partiya xwe ya li parlamentê axivî û got, darbeyên gengaz bi çareserkirina pirsgirêka Kurd a di nava demokrasiyê de dikarin werin astengkirin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê de mijarên di rojevê de ne nirxand.

HEWLDANA DARBEYÊ

Demîrtaş da xuyakirin, ku ew bê şik û guman li dijî darbeyan e û got, "Darbekaran bi sedan mirov qetil kirin, bi hezaran mirov birîndar kirin. Ez, her kesên li dijî darbeyê bi wêrekî sekinînin, careke din pîroz dikim. Careke din derket holê bê mafê berxwedanê yê gel çiqasî girîng e. Xweparastin tê wateya mafê xweparastina gel. Parastina mafê xwezayî yê her zindî ye. Ez, her kesên ev maf bi kar anîne silav dikim, pîroz dikim."

'YÊN DARBEYÊ NAXWAZIN DIVÊ PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKIN'

Demîrtaş di dewama axaftina xwe de got, "Ji ber ku piştî hemû darbeyan sûd ji nîmetên darbeyê hat girtin, ti carî hesab ji darbeyan nehat standin. Şaşiya bingehîn a Tirkiye ber bi hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ve bir ew e; hikûmeta ku ev 14 sal in li ser desthilatdariyê ye, ti ders ji demên bihurî dernexistiye. Qîmetê demokrasiya sivîl qet fêm nekiriye. Bidestxistina dewletê timî bûye armanca desthilatdaran. Mîna ku ev yek gelekî meşrû û normal e, tevgeriyan. Bidestxistina dewletê mekanîzmayek nîne. Tişta ku jê re dewlet tê gotin, amûrek divê xizmetê ji gel re bike ye. Dema desthilatdaran hewl da vê amûrê bi dest bixin, hingî di navbera dewletê de şer destpê kir. Di 28'ê Sibatê de darbeya postmodern hatibû kirin. AKP a di sala 2002'an de hat ser desthilatdariyê, mesaja 'me berê şaşî kirin û em dixwazin van sererast bikin'. Li şûna bêjin 'ez ê dewletê bi dest bixim' eger bigota 'ez ê dewletê demokratîk bikim', wê rewşa îro neqewimiya."

Demîrtaş got, "Yên darbeyê naxwazin, divê pirsgirêka Kurd di nava demokrasiyê de çareser bikin. Eger tu bêjî bila artêş Kurdan bieciqîne, eger vê yekê ji nedîtî ve were, wê çaxê dema artêşê li Kizilayê, li Stenbolê dest bi qetlîamê kir, divê tu matmayî nemîne. Ji ber uk li Cizîrê, li Şirnexê, li Nisêbînê her roj qetil dikin. Dema em van bilêv dikin radibin ji me re dibêjin 'xayin'.

Demîrtaş diyar kir, rabûna li ber darbeyê ji bo demokratbûnê şert e, lê belê têrê nake û got, "Ev nêzîkatî rast e, lê kêm e."

Demîrtaş da zanîn, ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê û vir ve bi tevizandina Meclîsê re ev saleke darbeyeke sivîl li ser kar.

NERAZÎBÛN NÎŞANÎ ÎŞKENCE Û NÎQAŞÊN LI SER ÎDAMÊ DA

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li ser Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeyê hat ragihandin û dîmenên îşkenceyê yên derketin holê ev nirxandin kir: "Rewşa Awarte tê wê wateyê ku hemû erk ji destê parlamentê bê girtin û radestî şexsekî bê kirin. Ji xwe gelek kes li vî welatî heye xweziya xwe bi vê dikin. Ne tenê darbekar, b hezaran însan hatin binçavkirin. Eger em îro bêjin 'em li dijî îşkenceyê dernekevin, ew jî sûcdarên darbeyê ne' wê çaxê wê pîvanên me binpê bibin. Îşkence sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Li kê tê kirin bila bê kirin. Divê Wezîrê Edaletê îdîayan bibîne. Ji xw ew dizane rewş çi ye. Wekî din nîqaşên li ser îdamê hene. Pêwîstî bi xapandina mirovan nîne. Hûn niha derxînin jî, hûn ê nikaribin ti darbekarî îdam bikin. Qanûn li ser dema bihurî bêhikum in. Îdam were nikare li hemberî darbekaran bê bikaranîn. Nayê zanîn wê sibe li hemberî bê bikaranîn."

PÊVAJO Û BANGA OCALAN

Demîrtaş got, "Pirsgirêka Kurd birînek e. Dema ev birîn hişk bibe, wê gelek kes bixwaze bixurîne. Divê ev birîn bê pêçandin û veger li pêvajoya çareseriyê bê kirin." Demîrtaş da xuyakirin, ku li Tirkiyeyê rewşeke nû derketiye holê û bang li hikûmetê û PKK'ê kir ku rewşa heyî binirxînin.

Demîrtaş destnîşan kir, ku divê tecrîda li Îmraliyê derhal were rakirin û bang li lîderên partiyên siyasî jî kir, ku di bin sîwana Meclîsê de li hev bicivin.