DBP: Bi berxwedanê wê êrîş werin şikandin

DBP’ê ji ber ku wekîl dîsa hatin girtin helwest nîşan da û got hêzên demokrasiyê ku li ber xwe bidin ev êrîş wê werin şikandin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî wekîlên HDP’ê yên ku dîsa hatin girtin daxuyaniyeke nivîskî da.

‘’Ji nû ve girtina Wekîlê HDP’ê yê Amedê Idrîs Balûken û Wekîlê Şirnexê yê HDP’ê Ferhat Encu ku çend roj berê serbest hatibûn berdan, nîşan dide bê ka polîtîkaya desthilatdariya AKP’ê çiye’’

Bi berdewamî hate gotin:

‘’AKP bi çewisandina Kurdan careke, daxwaza xwe ya avakirina sîstemeke hegemonîk bi girtina wekîlan careke dî nîşan daye. AKP bi çewisandina Kurdan dixwaze sîstemeke hegemonîk çêbike’’

DBP’ê herî dawî got, ‘’Heke hêzên demokrasiyê li ber xwe bidin dikarin van êrîşan bişkînin, Tirkiye dikare bi vî rengî demokratîk bibe û meseleya Kurd çareser bibe. Ji bo vê jî em bang li hemû hêzên demokrasiyê yên ku li dijî AKP’ê ne û dixwazin Tirkiye demokratîk bibe û mirovahiya pêşverû dikin ku li dijî van êrîşan têbikoşin.’’