Dayikên gerîla û leşkeran li hember şer çûn Meclîsê

Dayikên gerîla û leşkeran li Meclîsê bi HDP, CHP û AKP’ê re hevdîtin pêk anîn. Ji ber dayik li Meclîsê rastî îşkenceya lêgerîna tazî hatin nerazîbûn hat nîşandan.

Dayikên gerîla û leşkeran li Meclîsê bi HDP, CHP û AKP’ê re hevdîtin pêk anîn. Ji ber dayik li Meclîsê rastî îşkenceya lêgerîna tazî hatin nerazîbûn hat nîşandan. Balûken ê HDP’ê yê di hevdîtinê de axivî got ku konsepta şer a AKP’ê didome. Dayika leşkerekî jî got: “Kurê min kê ji bo çi dikuje” û nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên AKP’ê da.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, dayikên leşkeran û dayikên Roboskiyî yên ji bo daxwazên aştiyê ji gelek navendên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin Enqereyê, bi komên HDP, CHP û AKP’ê re li Meclîsê hevdîtin pêk anîn. AKP’ya destpêkê daxwaza hevdîtina dayikan red kir, paşê qebûl kir.

LI HEMBER LÊGERÎNA TAZÎ NERAZÎBÛN

Dayikên ku destpêkê koma HDP’ê ziyaret kirin, ji aliyê Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, Parlamentera Amedê Nûrsel Aydogan û Parlamenterê Riha Osman Baydemîr ve hatin pêşwazîkirin. Balûken, destpêka axaftina xwe de ji ber dayik rastî lêgerîna tazî hatin kirin nerazîbûn nîşan da. Balûken lêgerîna tazî wek şermeke Tirkiyeyê nirxand û got: "Ev meclîs meclîsa gel e. Dayikên li vî welatî her cure êş kişandine dikarin bi her awayî bikevin hundir.”

BALÛKEN: KONSEPTA ŞER A AKP'Ê DIDOME

Balûken ê bal kişand ser 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwest gel di nav aştiyê de bijîn. Balûken wiha dewam kir: "Erdogan û hikûmeta AKP’ê ku mîna hêviya aştiyê kirine bin axê konsepta şer didome.”

DAYIKA LEŞKER: KURÊ MIN KÊ JI BO ÇI DIKUJE?

Dayika leşkerekî Sevilay Koçbûlût diyar kir, şerê piştî hilbijartinan destpê kiriye bi ti awayî napejirîne û wiha axivî: “Min xwest bi dayikên Aştiyê re bêm vir. Êşên ew dikşînin ez baş dizanim. Êşên me hevpar in. Tavilê divê ev şer bê sekinandin. Hem jî îro di roja aştiyê de. Êdî pêwîst e dayikan bibîhîzin û fêm bikin. Zarokê min li leşkeriyê li hember kê şer dike? Kê dikujin, ji bo çi? Bi rastî şiroveyek mantiqî nîne. Bi rastî jî şerekî ji bo welat ba em ê jî biçûna. Lê em dizanin ne wisa ye. Em dixwazin tavilê ev şer bê sekinandin.”

DAXWAZ HATIN KIRIN

Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Dondu Ergîn daxwaz wiha rêz kirin: "Ez bang li yên şer dixwazin dikim, êdî em naxwazin ne şehîd ne jî tabûtan bibînin. Li ti deverê cîhanê şer, şer bi dawî nekiriye. Bi aştiyê bi dawî bûye. Em dibêjin êdî bes e. Aştiyê dixwazin. Aştî dil û egîdiyê dixwaze, naxwe yên di şer de israr dikin ev dil bi wan re tineye. Aştî karê mirovên bi rûmet in. ji ber vê em ji AKP’ê re dibêjin ji xwe re were ser xeta rûmetê. Berê digotin  ‘Şehîd namire welat parçe nabe’ niha ev bi dawî bû şerê Qesrê destpê kir. Tu kî ye, çi ye? Mafê te nîne ti zarokên me bikuje. Bang li mirovatiyê dikim êşên me nekişand nema. Êdî bila aştî bê. Di cîhanê de mînakên aştiyê hene ger nedîtibin bila biçin fêr bibin. Em îro tavilê aştiyê dixwazin. Ger dibêjin em aştiyê naxwazin bila wek Saddam werin me qetil bikin. Lê bila vê jî zanibin ên ji gelê xwe re mirinê maf dibînin wê zû jî dawiya wan were. Ger naxwazin wek Saddam li wan bê divê destê xwe dirêjî aştiyê bikin.”

LI HEMBER MEDYAYA ALÎGIRÊ AKP’Ê BERTEK

Ergîn medyaya alîgirê AKP’ê rexne kir û wiha got: "Rastiyan biweşînin. Ji patronên xwe bêjin bila rastiya binivîsînin. Hinekî rastiyan bibînin. Her dem êşên me berevajî dikin û terorîst îlan dikin. Terorîst gelê xwe nakujin em vê dijîn. Bila hineki cidî bin.”

Dayikan bi komên CHP û AKP’ê re jî hevdîtin pêk anîn.