Daxwaza Erdogan a ji bo dersînorkirina sefîrên bilind bûye cihê nerazîbûnê

Fermana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a ji bo dersînorkirina sefîrên bilind ên 10 welatên rojavayî dibe sedema nerazîbûnan.

Serokê Parlamenta Ewropayê David Sassoli bi tundî li ber daxuyaniyên navborî yên Erdogan rabû.

Têkildarî daxuyaniya Erdogan ku digot, ferman daye ji bo nûnerên dîplomatîk ên 10 welatan weke 'mirovê nayê xwestin' bê îlankirin, Sassoli bi gotina 'em ê serî netewînin' nerazîbûneke tund nîşan da.

Sassoli li ser platforma medya dîjîtal li ser Twitterê daxuyaniyek da û got, "Dersînorkirina sefîrên bilind ên 10 welatan, nîşaneya meyla otorîteriyê ya hikumeta Tirk e. Em ê serî netewînin. Azadî ji bo Osman Kavala."

NERAZÎBÛNA SWÊD Û NORWÊCÊ

Daxuyaniya Erdogan li saziyên çapemeniyê yên rojavayî deng veda. Nerazîbûna destpêkê ji Swêd û Norwêcê hat. Rayedarên herdu welatan diyar kirin ku ti agahî ji wan re nehatiye ku sefîrên wan ên bilind ên li Tirkiyeyê divê welêt biterikînin.

Dîrektorê hikumeta Norwêcê yê ji ragihandinê berpirsyar Trude Maseide got, "Sefîrê me yê bilind tiştekî ku bibe sedema dersînorkirinê nekiriye."

Ajansa Nûçeyan a Fransayê jî ragihand ku ji Swêdê jî daxuyaniyek bi heman rengî hatiye.

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew bi rayedarên 9 welatên din re di nava têkiliyeke xurt û danûstandinên fikrî de ne.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê de hate ragihandin ku agahiyeke fermî negihîştiye wan ku bixwaze Sefîrê Bilind Danny Annan Tirkiyeyê biterikîne. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di mijara pîvanên xwe û nirxên xwe yên hevpar de em ê hesasiyeta xwe dewam bikin."

'DIVÊ ENQERE BIRYARÊN DADGEHA MAFÊN MIROVAN A EWROPAYÊ BI CIH BÎNE'

Raportora berê ya Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê û parlamenta Hollandayê Kati Piri jî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û piştgirî da sefîrên bilind ên xwestin Osman Kavala bê berdan. Kati Piri diyar kir ku divê Enqere biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bîne û Yekîtiya Ewropa jî bi temamî piştgiriyê bidin sefîrên bilind ên weke 'mirovê nayê xwestin' hatine ragihandin.

BILD: ÊDÎ HER TIŞT PÊKAN E

Rojnameya Bild a li Elmanyayê ku herî zêde tê firotin, êrişa Erdogan a li ser Sefîrên Bilind di manşetê de ragihand.

Di nûçeya rojnameyê de ya bi sernavê, "Erdogan bela xwe bi dîplomatan da: Hûn kî ne?" wiha hate gotin, "Em hînî gelek aliyên Erdogan bûn. Helwesta xwe ya otorîter û zordar timî dubare dike. Tê zanîn ku Erdogan bi mafên mirovan re eleqedar nabe. Bi ser muxalefetê û rexnegiran ve diçe. Mafên jinan û serweriya hiqûqê ji bo wî negirîng e."