Darbeya AKP'ê ya li dijî şaredariyan li KRHXE hat nirxandin

Hevşaredara Dersîmê Altûn li KRHXE axivî û xwest, helwest li dijî darbeya AKP'ê ya li dijî Şaredarên Kurdan bê nîşandan. Ji Şaredariya Peyasê Bûcak jî got, divê jin hê bêhtir tevlî rêveberiyên herêmî bibin.

Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî yên Ewropayê (KRHXE) bi sernavê "Rewşa şaredariyên li Tirkiyeyê" civînek lidar xist. Nûnerên herêmî û şaredariyên 47 welatên endamê Konseya Ewropayê li civînê amade bûn.

Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn û ji Şaredariya Peyasê ya Amedê Ayşe Serra Bûcak tevlî civînê bûn.

Altûn û Bûcak bi delegasyonên Elmanya, Fransa, Hollanda, Spanya û Swêdê re hevdîtin kir.

ALTÛN: DIVÊ KONGRE DARBEYA SIVÎL BIBÎNE

Altûn li civînê axivî û diyar kir, hikûmeta AKP'ê têkçûna 7'ê Hezîranê qebûl nekiriye, lewma di 1'ê Mijdarê de hilbijartin dubare kiriye û piştre qeyûm xistiye rojevê. Altûn da xuyakirin, ku hikûmetê piştre hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ji xwe re kir bahane û bi rêya Rewşa Awarte qeyûm li şaredariyên Kurdan bi cih kiriye. Altûn bibîr xist, ku li 26 şaredariyan qeyûm hatine bicihkirin. Hevşaredar Altûn da zanîn, ku bi wesayîtên zirxî şaredarî hatine desteserkirin û destnîşan kir, dewleta Tirk hiqûq binpê kiriye. Altûn got, "Em hêvîdar in wê kongre vê darbeya sivîl bibîne û rast bixwîne."

Altûn bibîr xist, ku ji bo polîtîkayên wekheviya zayendî bi pêş bixînin, keda jinê bêhtir derxînin pêş û ji bo temsîliyeta wekhev û azad a jinê wan di rêveberiyên herêmî de sîstema hevserokatiyê xistine meriyetê û li her qada jin lê ne, ev perspektîf xistin rojeva xwe. Altûn got, "Li Şaredariyên Bajarê Mezin Serokatiya Daîreya Jinê, li bajar û navçeyan Midûriyeta Polîtîkayên Jinê û li şaredariyên cihên ku nifûsa wan ji 10 hezarî zêdetir in, yekîneyên jinê hatine avakirin. Li van qadan jin bi rengekî azad dixebitin. Di heman demê de li hemû şaredariyên me Navendên Jiyanê yên Jinê hatine avakirin. Li van navenda ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan, xizmet tên dayîn."

'NAVENDÊN JINÊ, ÇAND Û ZIMANÊ DAYIKÊ HATIN GIRTIN'

Altûn diyar kir, AKP'ê serî li pêkanînên darbekar daye û got, "Di dema cûnta leşkerî ya salên 1980-83'an de, leşkeriyê û burokratan di pratîkê de rêveberiyên herêmî dewr girtibûn. Piştî darbeya leşkerî ya 1980'ê, yekemcar di sala 2016'an de şaredar ji aliyê hikûmeta navendî ve ji wezîfeyê hatin girtin û qeyûm li şûna wan hatin bicihkirin." Hevşaredar Altûn da xuyakirin, ku li gorî daxuyaniyên hikûmetê, wê erkdarkirina qeyûman dewam bike û anî ziman, hin hevşaredar jî hatine bê erkkirin. Altûn got, "Erkên hevşaredaran radestî Waliyê wî bajarî yan jî qeymeqaman re hatine kirin. Şaredarî ji bo bixebite, neçar e ji van meqaman destûrê bigirin. (...) Şaredarî  veguherandine qereqolê."

Altûn destnîşan kir, ku li şaredariyên qeyûm hatine wezîfedarkirin, navendên jinê, çand û hunerê hatine girtin.

Ji Şaredariya Peyasê Ayşe Serra Bûcak jî da xuyakirin, ku bûyîna xwedî mafê gotinê yê jinê di nava siyasetê de, ne qenciya mêr e, encama têkoşîna jinê ye û bal kişand ser girîngiya tevlîbûna xurtir a jinan li rêveberiyên herêmî.