DAIŞ’ê Cerablûs ji AKP’ê re hişt

Lîstika Cerablûsê ya di navbera dewleta Tirk û DAIŞ’ê de kete qonaxeke nû. DAIŞ’ê Cerbalûsa ku di jêr dagirkeriya wan de bû, radestî çeteyên girêdayî dewleta Tirk kirin.

Dewleta Tirk bi mebesta ku kantonên Rojava nebin yek û statûya Kurdan a li Sûriyeyê asteng bike, li Cerablûsê hamleyek da destpêkirink. Di vê çarçoveyê de hin komên çete yên ku Tirkiyê ew gihandibûn ber bi Cerablûsê ve çûn. Ji ber peymana ku berê di navbera Tirkiyê û DAIŞ’ê de hatibû girêdan, bajar bi destê komên çete yên Sûltan Mûrat û Nûreddîn Zengî ve hate hiştin.

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji 15 gund û navendan vekişiyan, ev der radestî komên girêdayî Tirkiyê kirin. Tê gotin hin çeteyên DAIŞ’e cil û bergê xwe diguherînin û bi navê OSO’yê li herêmê hebûna xwe didomînin.

Serokwezîrê Tirk Bîanlî Yildirim û Serokkomarê Tirk Erdogan îro careke din eşkere kirin ku armanca operasyona wan Kurd in û ew li dijî wê ne ku li Sûriyeyê ‘’Korîdora Kurd’’ were avakirin.

Tirkyê li hêlekê îdîa dike ku ew li Cerablûsê li dijî DAIŞ’ê şer dike û li hêla din jî li Minbicê çeperên hezên demokratîk bombe dike, ku li dijî DAIŞ’ê şer dikin.