Nûçeya Lezgîn: Polîsan avêtin ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV

DAIŞ, bi petrola difiroşe Tirkiyeyê şer fînanse dike

Buroya Şêwirmendiyê ya Amerîkan IHC, diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi petrola Iraq û Sûriyeyê ya difiroşe salê 800 mîlyon dolar qezenc dike. Di raporê de hat destnîşankirin ku welatê herî zêde petrolê ji çeteyan dikire Tirkiye ye.

Buroya Şêwirmendiyê ya Amerîkan IHC, diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi petrola Iraq û Sûriyeyê ya difiroşe salê 800 mîlyon dolar qezenc dike û şerê li her du welatan fînanse dike. Di raporê de hat destnîşankirin ku welatê herî zêde petrolê ji çeteyan dikire Tirkiye ye.

Nûçeyeke rojnameya El-Ereb a li Londrayê bi Erebî weşanê dike, cih da raporeke ji aliyê Buroya Şêwirmendiyê ya DYA ve hatiye weşandin.

Li gor rapora ji nûçeyê re bûye mijar; li Sûriye û Iraqê li deverên di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de hilberîna petrolê rojane 350 hezar varîl e. Çeteyên DAIŞ’ê rojane 50-60 hezar varîl petrol di bazara reş de her varîlekî bi 40 dolaran difiroşe.

Di rapora Buroya Şêwirmendiyê IHC de tê diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê petrolê li sînorê Tirkiyeyê bi rêya tenkerên ku depoyên wan ên mezin hene difiroşe, bi dahata vê firotinê jî şerê li Sûriye û Iraqê fînanse dike.

Rojnameya Guardian a Îngîlîz jî, diyar kir ku têkiliya Tirkiyeyê ya bi çeteyên DAIŞ’ê re yekser e û bi belgeyan îspat bûye bû ji DAIŞ’ê petrolê dikire.

Rojnameyê di devê rayedarekî DYA’yî diyar kir ku li mala serçeteyekî DAIŞ’ê yê bi navê”Ebû Seyaf” yê ji aliyê DYA ve hat kuştin belgeyên ku Tirkiye ji DAIŞ’ê petrolê dikire hatine bidestxistin.

Ebû Seyaf rojên bihurî di operasyoneke taybet a yekîneyên DYA’yê de li Sûriyeyê hatibû kuştin.