Daîreya Serokwezaretiyê ya Elmanyayê ket ber lêpirsînê

Li Elmanyayê, ji ber ku belgeyên komîsyona meclîsê ya li ser rêxistina îstîxbaratê ya Amerîkayê (NSA) hate avakirin daye WîkîLeaksê, derket holê ku Daîreya Serokwezaretiyê ketiye ber lêpirsînê.

Li gorî nûçeya televîzyona NDR, Dozgeriya Giştî ya Federal, bi gumana ku belge daye WîkîLeaksê lêpirsîn der barê Daîreya Serokwezaretiyê vekiriye. Lê belê hê zelal nebûye ku belge ji aliyê Daîreya Serokwezaretiyê ve hatiye dayîn yan na.

Hat ragihandin, lêpirsîn beriya çend hefteyan hatiye ragihandin û Daîreya Serokwezaretiyê destûr ji vê re daye.

Tê gotin, belgeyên Komîsyona NSA a li Meclîsa Federal li ser hevkariya bi nîqaş a navbera NSA û îstîxbarata Elman radestî WîkîLeaksê hatine kirin, bûye sedema lêpirsînê. Beşek ji belgeyên komîsyonê di meha Kanûnê de li WîkîLeaksê hatibûn weşandin.

Tevî parlamenterên federal û şêwirmendan, mafê wezîfedarên Daîreya Serokwezaretiyê jî heye, ku xwe bigihînin belgeyên Komîsyona NSA.