Dagirkirina Cerablûsê li Ewropayê tê şermezarkirin

Dewleta Tirk a ku Cerablûs dagir kiriye, li Ewropayê bi çalakiyên girseyî tê şermezarkirin.

Dewleta Tirk a ku Cerablûs dagir kiriye, li Ewropayê bi çalakiyên girseyî tê şermezarkirin.

KOLN

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Koln ê Elmanyayê dijîn, dagirkirina Cerablûsê û komkujiyên dewleta Tirk ên li Rojavayê Kurdistanê pêk aniye, şermezar kirin. Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan bi vê armancê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê belavok hatin belavkirin û xwendin û dirûşmên "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Terorîst Tirkiye ji Kurdistanê bicehime" û "Ewropa xwedî dike, Tirkiye bombe dike" hatin qîrîn.

OSLO

Çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Osloyê ve hat organîzekirin, li pêşiya Parlamenta Norwêcê hat lidarxistin. Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê beşdarî çalakiyê bûn û dirûşmên "Tirkiye terorîst", "Kujer Erdogan" û "Ji Ocalan re azadî" qîriyan. Di çalakiyê de li ser navê tevgera Kurdên Ciwan, YNK, Goran, PYD, Tevgera Azadî û KNK'ê axaftin hat kirin. Qisekeran lenet li dewleta Tirk anîn, ku Cerablûs dagir kiriye û gelê sivîl qetil dike.

BREMEN

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, dagirkerî û komkujiya dewleta Tirk li Cerablûsê kiriye, hat şermezarkirin. Di çalakiyê de bi pankartan bal hat kişandin ser komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava" hatin qîrîn.

Di mîtîngê de ku komên çep ên Elman jî lê amade bûn, belavok hatin xwendin. Nûnerê Federasyona Êzidiyên li Bremenê jî li vir axivî û diyar kir, dewleta Tirk tevî çeteyên xwe niha hewl dide destketiyên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê tine bike.

Hevserokê NAV-DEM a Bremenê Saît Bîlgîn jî her du komkujiyên dewleta Tirk duh li Rojavayê Kurdistanê kir, şermerzar kir. Bîlgîn destnîşan kir, ku ji bo pêşî li komkujiyên gengaz were girtin divê dewleta Tirk û çeteyên wê derhal Rojavayê Kurdistanê biterikîne.

HAMBÛRG

Li ser banga lezgîn a ji bo çalakiyan, Kurdistaniyên li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê dijîn li Hachmannplatzê li hev civiyan, dagirkeriya artêşa Tirk û komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve li Cerablûsê hat kirin, şermezar kirin.

Nivîskar Anja Flach li mîtîngê axivî û diyar kir, hedefa dewleta Tirk ne çeteyên DAIŞ'ê ye, lê rêveberiya xweseriya demokratîk a li Rojava ye. Flach destnîşan kir, ku Cerablûs bûye deriyê cîhadîstan û komên din ên pê berê xwe didin Ewropayê. Flach işaret bi xeteriya vê rewşê ji bo welatên Ewropayê kir û bang li raya giştî ya cîhanê kir, ku li dijî vê hewldana dagirkeriyê û komkujiyan bisekine.

Di dawiya mîtîngê de ji bo çalakiyên her roj li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Hambûrgê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin. Wê ji roja Duşemê û pê ve her roj saet di navbera 12:00-18:00 de li Jûngfernstîegê kon were vedan, bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê roja Pêncşemê saet di 17:00 de li Dammtor meşek bê lidarxistin. Ji bo meş û festîvala roja Şemiyê ya li Kolnê jî wê otobus ji hemû herêman şeva Înê saet di 24:00 de bi rê bikevin.

...