DAD: Qebûlkirina tezkereyê sûcê li dijî bi milyonan mirov e

DAD li dijî tezkereya şer û dagirkeriyê bang kir û got ji bo ku li dijî bi milyonan mirov sûc neyê kirin divê ji tezkereyê re 'na' were gotin.


Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) têkilî tezkereya şer û dagirkeriyê ku wê li Meclîsa Tirk were dengan daxuyaniyek niviskî da.

 DAD'ê bang li partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl kir ku li dijî tezkereyê rawestin.

Di daxuyaniyê de hate gotin heta niha li dijî tezkereyê îtîrazeke cidî çênebûye û got, ''Muxalefet destekê dide nêzîkatiya wî şerî ku li ber çavê wê bûye sedem ku bi milyonan mirov ji welatê xwe koçber bibin, bi hezaran jê bimirin, zarokên wan li ber çavê wan bi zindî hatine şewitandin. Em ê bibînin ku li pey desthilatê yek bi yek wê rêz bibin.  Mînak çiye meseleya bekayê, desthilat bi vê rêbaza tirsê bi salan e dimeşe, di rewşeke wiha de nezaniya li bara şer, tê maneya bêhurmetiya li gelan, li ew qas miriyên li Deryaya Spî.''

DAD'ê herî dawî diyar kir her gotina ku xizmetê ji civakîbûnêre nake sûc e, derew e û bang kir ku her kes li dijî tezkereyê rabe.