CRA: Em ê rastiyan her tim ronî bikin

Cemiyeta Rojnamevanên Azad (CRA) bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Rojnamegerên Cîhanê daxuyaniyek weşand û peyama "Em ê rastiyan biparêzin û her tim ronî bikin" da.

Cemiyeta Rojnamevanên Azad (CRA) bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Rojnamegerên Cîhanê daxuyaniyek weşand û bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan û rojnamevanan. CRA'yê da zanîn ku ew vê rojê bi kuştin, binçavkirin, girtin, sansur û cezayan pêşwazî dikin û li hemberî van êrîşan bêdeng namînin. 

Cemiyeta Rojnnamevanên Azad (CRA) bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Rojnamegerên Cîhane daxuyaniyek nivîskî weşand. CRA'yê da zanîn ku di vê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) cara 36'emîn hat sansurkirin û nûçegîhanên wê Erdogan Alayumat û Ergin Çaglar, li navçeya Altinozu ya Hatayê dema nûçe dişopandin hatin binçavkirin. CRA'yê di daxuyaniyê de wiha got: "Li gorî daneyên şênber eşkere ye ku li Tirkiyeyê mirov ninakare behsa azadiya çapemeniyê bike. Tirkiye di qada azadiya çapemeniyê de gelek welatên cîhanê li pey xwe hiştiye. Bi taybetî di sala 2016'an de binpêkirina mafan gelek zêde bûye. Di 4 mehên ewil ên 2016'an de kuştin, binçavkirin, girtin, sansur, qedexe, cezayên pereyan û gef gelek zêde bûye. Di 4 mehên dawî de 4 rojnamevan hatin qetilkirin. 82 rojnameger hatin binçavkirin. 15 rojnamevan hatin girtin. Heta niha 42 rojnamevan girtî ne. Dîsa bi tawanbariyên "Casus", "darbekar" "terorist" tên darizandin û ji xalên TCK u TMK'ê doz li wan hatiye vekirin û 5 cezayên heta heta, 2 hezar û 229 sal û 6 meh cezayên girtîgehê rastî gefan tên. Tenê ji heqareta Serokomar Erdogan der barê 53 rojnamegeran bi giştî der barê 86 kesan de ji xala 125 û 299'an ên TCK'ê doz hat vekirin. Bi dehan saziyên weşanê rastî cezayên pereyan hatin û doz li wan hat vekirin. Gelek saziyên çapemenyê ji aliyê Keyumê ve hatin desteserkirin." 

CRA, destnîşan kir ku dema li van daneyan dinere çapemenî li Tirkiyeyê ne azada e û tê xwestin ku Tirkiyeyê di tariyê de bihêlin. CRA, heri dawî destnîşan kir ku ew van êrîşên li ser .apemeniyê şermezar dikin u li hemberi van êrîşan bêdeng namînin û wê her dem rastiyan ronî bikin û parve bikin.