CPT li Tirkiyeyê ye, ne diyar e bê ka wê bi Ocalan re hevdîtinê bike yan na!

Rayedarên CPT'yê piştî ragihandina Rewşa Awarte bi mebesta ku rewşa girtîgehan lêkolîn bike hatin Tirkiyeyê. Hê ne diyar e bê ka CPT wê biçe Girtîgeha Îmraliyê yan na.

Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) piştî hewldana darbeyê, bi ragihandina Rewşa Awarte re bi mebesta binpêkirinên mafan û îdîayên îşkenceyê lêkolîn bike hate Tirkiyeyê.

CPT ya ku li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji mêj ve ye bêdeng e, herî dawî 22’ê Tebaxê bi parêzerê Ocalan Ozgur Erol re, li Stasboûrgê hevdîtinek kiribû.

Di hevdîtinê de parêzer Erol nûçeyên şertên guherî yên ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê li Imraliyê pêk hatibûn, ji bo CPT’yê ragihandibû.

Erol diyar kir bi 15’ê Tîrmehê re nûçe û gotegotên nû hatine ber guhên wan; piştî hewldana darbeyê nûçeyên têkildarî Îmraliyê, binçavkirina Fermandarê Alayê yê Bûrsayê û 3 peywirdarên bi paye yên Girtîgeha Îmraliyê bi rayedarên CPT’yê re par ve kiribû. Erol her wiha xwestibû ku CPT şandeyekê bişîne Îmraliyê û rewşê ji nû ve lêkolîn bike.

Parêzer Ozgur Erol qedexeyên parêzer û ziyaretan, guhdarkirin hevdîtinên parêzeran, tomarkirin axaftinan, qedexeyên ragihandinê û telefonê anîbû rojevê.

Di vê navberê de CPT ya ku tê payin gelek girtîgehan ziyaret bike, hê ne zelal e bê ka wê biçe Îmraliyê jî yan na.