Ciwanên Kurd li Londonê panela AKP’ê dan betalkirin

Ciwanên Kurd li paytext Londonê tevlî panela ku Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Eker bûn û dan betalkirin.

Li paytexta Îngilîstan Londonê, panela ku ji hêla British Institute of Turkish Affairs (BITAF) û Maseya Lêkolînan a Ewropayê (SETA) dihat lidarxistin ji hêla ciwanên Kurd hat protestokirin.

Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Mehdî Eker xwest ku di panelê de baxive, lê ciwanên Kurd gotin, “Hûn in sedema ew şerê qirêj ê ku li dijî Kurdan tê meşandin” û panel bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat astengkirin.

ÊRÎŞÊN QIRKER Û DAGIRKERÎ HAT ŞERMEZARKIRIN

Ciwanan bal kişandin ser şerê ku AKP’e li dijî Kurdan dimeşîne, hewldanên dagirkirina rejîma AKP’ê ya bi rêka qeyûman li dijî şaredariyên Bakurê Kurdistanê pêk tîne û bi çeteyan li Rojava dike, şermezar kirin.

Ciwanan li salonê pankarta ““Stop Turkey’s war on Kurds- Şerê li dijî Kurdan rawestînin” rakirin û bi dirûşmeyan protesto domandin.

Wezîfedaran dan xuyakirin ku ji ber ewlehiyê wê panel dewam neke, xwestin ku salon bê valakirin.

Piştî bi çalakiya ciwanên Kurd panel hat betalkirin, çalakî bi dirûşmeyan qediya.