ANALÎZ

Civaka rêxistî dikare li ber xwe bide - Selahattîn Erdem

"Tekane rêya rizgarkirina Tirkiyeyê ya ji vê rewşê berxwedana li dijî faşîzma AKP'ê û hilweşandina dîktatoriya wê ye. Rêyeke din a xilasiya Tirkiyeyê nîne. Şerê 3 an ê Cîhanê destûra alternatîfeke din nade."

Faşîzma netewe-dewletê ya Tirk bi xitimandina pêşiya demokrasî û çereserkirina pirsgirêka kurd ango bi muhafezekirina statûkoparêziya netewe-dewletê ya li herêmê ve Rojhelata Navîn xist nav Şerê Sêyemîn ê Cîhanê. Bi dagirkirina Cerablusê ya di 24'ê Tebaxê de jî ew kişandin navenda şer. Şerê ku di du salên dawî de wek şerê Kurd û DAIŞ didomiya, niha di hemû eniyan de vegeriyaye şerê dewleta Tirk û Kurdan. Encamên vî şerî wê di pêvajoya li pêş me de derkevine holê.

Qelemşorên AKP'ê çiqas jî behsa fetihkirina Cerablusê bikin, di rastiyê de Tirkiye heta qirika xwe noqê nav Şerê 3'an ê Cîhanê bûye. Di rastiyê de komploya navneteweyî ya li hemberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî parçeyek ji şerê navborî bû. Herî dawî, hewldana cuntaya leşkerî ya di 15'ê Tîrmehê jî encama şerê navborî ye. Rewşa rêveberiya awarte ya 20 Tîrmehê jî, berdewama vî şerî ye.

Di rastiyê de, ji ber ku ji xeta Milli Gorûş a Necmedîn Erbakan dihat, desthilatiya AKP'ê li Tirkiyeyê bendewariyeke guherîna pergalê afirandibû. Gotina AKP'ê ya li dijî "3 Y yê" jî li derdorên navborî ev hêvîdarî zêdetir kiribû. Dîsa gotinên Tayîp Erdogan yên di havîna 2005'an de li Enqere û Amedê kirîn, ev bendewariya navborî bihêztir kiribû. Ev tev de wek dijberiyeke li dijî dewleta vê gavê dihat têgihiştin. 

Baş e, bi rastî jî AKP dijbera vê dewletê bû? Îro cih ji niqaşê re nahêle ku ne wisa ye. Nexwe li gel AKP'ê jî gelek derdoran dixwestin AKP wisa be. Her wisa hêviya tiştên ku di AKP'ê de nebûn, jê dikirin. Gelo mercên hundir û derve guncan bûna, AKP wê hewla çareserkirina pirsgirêka Kurd nedaba? Ji ber rewşa wê ya berjewendîperest mirov texmîn dike ku hewla siyaseteke wisa bidaya. Lê ji ber ku pergala global û artêş ji vê re girtî bû, AKP'ê aresteyî polîtîkayeke wiha kir. Hewla PKK'ê û ya Kurdan têrî nekir ku Tirkiyeyê aresteyê polîtîkayeke nû bikin. 

Berxwedana azadiyê ya gelê Kurd ji xwe destûra sedîsed desthilatiya cuntaya 12'ê îlonê ya faşîst nedabû. Bi taybetî jî ji destpêka salên 1990'î ve dewleta Tirk ya di şiklê pergala netew-dewletê de noqê nav erdhejeke cidî kiribû. Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji ber ku li hemberê berxwedana geşbûyî ya Kurdan wenda kir, nekarîbû vê rewşê biguherîne. Di ser van hemûyan desthilata AKP'ê ya bi hêzeke lawaz ve hatî ser kar, ji bo li ser desthilatê bimîne, bi dilê xwe lîstikên li ser dewletê bi rê ve birin, her wiha ev pergala jihevdeketî derkete holê.

Divê kes li benda guherîna rewşa niha ango vegera serdema berê nebe. Li Tirkiyeyê êdî vegera dewleta CHP'ê damezirandî ne pekan e. Cuntaya faşîst a 12'ê Îlonê jî nekarî komara ku wek a duyemîn bi nav dikir, ji nû ve damezirîne. Plana restorekirinê ya AKP'ê ya li ser xeta nasyonalîst û olperest jî nagire. Her wisa di destê AKP'ê de ev pergala ku pirtir dişibe rêxistin û şîrketan û rêveberiya ku serdema siltanan tîne bîra mirovan, dimîne.

Heta li ser bingeha çareserkirina pirsgirêka Kurd bi şoreşeke demokratîk ev rêveberî neyê têkdan, rewşa bi şer wê berdewam bike. Çawa ku vegera li rewşa berê ne pêkan be, wisa jî ne pekan e bi rêyeke din jî ev rewşa bi pevçûn bê derbaskirin û pergalake nû sazkar bibe. Di dest de xeta Amerîka û Îsraîlê dimîne ku ew jî pevçûna Tirk û Kurdan esas digire û tê zanîn ku parçekirina Tirkiyeyê armanc digire. Ne çewtî ye ku mirov ketina Cerablusê ya artêşa Tirk jî wiha pênase bike.

Her wisa divê kes li bendê nemîne ku ev rewşa bi şer jixweber ji holê rabe. AKP ji bo li ser desthilatê bimîne, wê xwe bispêre rewşa rêveberiya awarte û tevahiya muxalifên xwe bi terora polîsan biperçiqîne û bêdeng bike. Jin, ciwan, karker, mamoste, karmend, rewşenbîr, rojnameger, Elewî, Kurd tev de armancên wan in. Bi deh hezaran kes ji kar hatine avêtin û girtin. Asta girtinan heta Altanan (Mehmet û Ahmet) jî dirêj bûye. Di rewşa îro de, ewlehiya can û malên ti kesî jî nîne. 

Her çiqas dixwaze Cemaeta Fetullahiyan biperçiqîne jî, armanca AKP'ê ya bi rêya rewşa rêveberiya awarte perçiqandina berxwedana azadiyê ya gelê Kurd e. Jixwe bi îlankirina rewşa rêveberiya awarte re, daxuyaniya yekê, "wê hevdîtinên li Îmraliyê çênebin" bû. Di her fersendê de bizava azadiya Kurd bi DA'IŞ ê re hate miqayesekirin. Dewleta li Kurdistanê her wek xwe hate parastin û gava dem jî hat êrîşên li ser gelê Kurd ji cihê mayî ve berdewam kir.

Niha êrîşên navborî di asta komkujiyan de berdewam dike. Artêş û polîs li çiyan û bajaran di rewşa êrîşê de ne. Her roj bi dehan mirov tên qetilkirin û girtin. Hevşaredarên DBP'ê yên hilbijartî ji kar tên dûrkirin û li dewsa wan ji wezareta karên hundir tên wezîfedarkirin. Wek li Cerablusê şaredariyên li Bakurê Kurdistanê jî ji aliyê polis û jendermeyên ve tên dagirkirin û alayên Tirk li pencereyên wan tên hilawestîn. 

Ev babet êdî zelal bûye, heta desthilata faşîst a AKP'ê bi berxwedanake şoreşger a demokratîk ve hilneweşe, ev êrîş û rewşa bi şer wê berdewam bike. Tekane rêya rizgarkirina Tirkiyeyê ya ji vê rewşê berxwedana li dijî faşîzma AKP ê û hilweşandina dîktatoriya wê ye. Rêyeke din a xilasiya Tirkiyeyê nîne, Şerê 3 an ê Cîhanê destûra alternatîfeke din nade.

Zelal e ku berxwedana li dijî komkujî û faşîzmê jî encax bi civaka rêxistî ve pekan e. Wekî din derfeta berxwedan û serketina li dijî faşîzmê nîne. Civaka rêkxistî encax dikare li ber xwe bide. Lewre encax civaka rêkxistî civaka azad e, civaka rêkxistî civaka demokratîk e. Encax azadî, demokrasî û rêxistinî dikare civakê hêzdar bike. Civaka hêzdarbûyî jî dikare li dijî her cure kevneperstiyê û faşîzmê li ber xwe bide.

Tekane çareya sekinandina êrîşên AKP'ê û rizgariya ji faşîzma wê berxwedan e, wisa jî tekane rê xwe birêxistinkirin e. Dîmena rasteqîniya hêzeke ya li dijî faşîzmê rewşa wê ya rêxistinî ye. Tekane riya ku li Cizîr û Sûrê berxwedana li dijî faşîzma AKP ê sazkirî jî rexistinbûyîn e. Di qadên navborî de rêxistin û civaka rêkxistî li ber xwe daye. 
Eger em li dijî faşîzma AKP'ê li ber xwe bidin, vêna encax bi civaka rêkxistî û xwerêxistinkirinê em dikarin bikin. Fetisandina dengê feşîzma AKP'ê, sekinandina girtinan, astengkirina komkujiyên li ser gelên sivîl, parastina şaredariyan û sazkirina wan a wek rêveberiyên herêmî, ev hemû encax bi riya civaka rêxistinkirî ve pekan e. Rêyeke din a pêkanîna van nîne. 

Her wiha ji bo têkbirina faşîzmê wezîfeya me ya bingehîn a îro, di her qadê de geşkirina civaka şoreşger û demokratîk e. Girîng e em vêna ji şaredariyên desteserkirî ve dest pê bikin û biparêzin. Bi tenê dijderketin û çalakiyên besît û demdemî nayên wateya parastina şaredariyan.

Tê dîtin ku di vî warî de zeyîfiyekê li dar e. Berxwedanên niha yên li dijî AKP'ê yên ji bo şaredariyan pir lawaz in. Sedem jî ev e ku rêxistinbûyîna di wan qadan de zeyîf û lawaz in. Pratîka me carekî din jî daye nîşan ku li cihên ku rêxistinî nebe an jî zeyîf be, serketina li dijî faşîzmê jî ne pêkan e. Eger em ji bo şaredar, hebûn û rêxistiniya xwe têbikoşin, divê em ji heft heta heftê saliyan rêxistinbûyîna xwe ya civakî bi pêş bixin. Ji bo vê jî seferberiyeke rêxistinbûyînê merc e.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA