Cezayê girtîgehê yê li rojnamevan Alî Bariş Kûrt hat birîn hat erêkirin
Îtiraza ku li cezayê girtîgehê yê li rojnamevan Alî Bariş Kûrt hatibû birîn, nehat qebûlkirin. Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê, ceza erê kir.
Îtiraza ku li cezayê girtîgehê yê li rojnamevan Alî Bariş Kûrt hatibû birîn, nehat qebûlkirin. Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê, ceza erê kir.
2. Dadgeha Cezayê Girana Enqereyê, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" 2 sal û 4 meh û 3 roj cezayê girtîgehê li rojnamevan Alî Bariş Kûrt birî bû.
Parêzerê Kûrt li Daîreya 4. a Ceza ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Enqereyê îtiraz kir.
Lê belê dadgehê ev îtiraz red kir û cezayê lê hatibû birîn, erê kir.
Di gilînameya li dijî Kûrt de, parvekirinên wî yên li medya civakî û karê wî yê rojnamevaniyê cih digirt.