Çeteyê DAIŞ’ê li xwe mukur hat: Me bi Fatma Şahin a AKP'yî re civîn çêdikir

Çeteyê DAIŞ’ê Baha Alden Najeep li xwe mukur hat, got me bi Fatma Şahîn a AKP’yî re civîn lidar dixistiye.

Baha Alden Najeepê ku têkildarî wî bi 'endamtiya DAIŞ'ê' heye, doz lê hatibû vekirin, diyar kir ku bi Seroka Şaredariya Dîlokê Fatma Şahîn a AKP'yî re civîn lidar xistine.

Li gorî nûçeya Evrenselê, di fezlekeya polîsan a ku têkildarî faîlê qetlîma 10'ê Cotmehê ya Enqerê û qetlîma Şeva Xinayê ya Dîlokê Mehmet Kadir Cabael de, agahiyên sosret derketin holê.

'2 MEHAN CAREKÊ JI BO CIVÎNÊ BANG DIKIRIN'

Di îdanameyê de ku doza qetlîma 10'ê Cotmehê ya Enqereyê ku li 4.Dadgeriya Sûcê Giran a Enqerê tê ditîn ku di fezlekeya polîsan a îfadeya Najeep heye de tê gotin ku piştî çalakiyên Kobanê bi Fatma Şahîn re civiyane. Di îtirafa Najeep de wiha tê gotin: "Li ser pirsgirêkên Sûriyeyiyan û bi taybet di çalakiyên Kobanê de banga civinê kirin. Her 2 mehan carekê bang dikin û ez beşdarî civînan bûm".

Di îfadeya Najeep de tê diyar kirin ku telsizên ku ji derveyî welat tê û çawe dişînin Sûriyeyê hene. Ev ji dide nîşandan ku li ser Tirkiyeyê re carek din hemû şêweyê piştgirîkirina hemû komên çete derdikeve holê.